PKK ya di 27’ê Mijdara 1978’an de hat avakirin, yekane taybetiya wê ya herî mezin a wê ji rêxistinên din cuda dike, xwedî artêşbûna jinê ye. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibêje ‘Dîroka koletiya jinê hîna nehatiye nivîsin, dîroka azadiyê jî hîna li bendê nivîsandinê ye’ û jinên bi van gotinan pÊngav bi pêngav dîroka azadiyê nivîsîn, meşa wan ya dirêj a di nav PKK’ê de berdewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN – NÛÇE CIWAN
PKK wek 29’emîn Serhildana Kurdan derbasî dîrokê bû û yek ji qêrînên herî mezin ya vê serhildanê aidê jinan e. PKK îsal di 27’ê Mijdarê de dikeve 40 saliya xwe. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo PKK’ê di nirxandinên xwe de dişiband roman û helbest ê. Dîsa çarînên herî esas yên vê helbestê jin ava dikin. Ji ber ku PKK di dîroka şoreşa cîhanê de yekane rêxistina xwedî artêşbûna jinê ye. Li gundê Fîsê tenê du jin tevlî PKK’ê bûn û piştre bi dehezaran jin tevlî bûn.
Sakîne damezrînera PKK’ê ye…
Sakîne Cansiz ya li Parîsê bi Leyla Şaylemez û Fîdan Doganê re hat qetilkirin, yek ji damezrînera PKK’ê û Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê ye. Sakîneyê ti car ji berxwedanê xwe neda alî û bi saya wê gelek jin jî tevlî PKK’ê bûn. Sakîneyê ji roja ewil heta roja hat qetilkirin peywirên girîng anîn cih û rêya wê dabû destpêkirin bi Tevgera Azadiya Jinan a Kurdistanê, YJWK, YAJK, PKK, PJAK, PJAK, KJB û KJK’ê berdewam kir.
Di pêngavên ewil yên artêşê de Hanim Yaverkaya
Hanim Yaverkaya ya di pêngavên ewil ya artêşê de cih girt, jiyana wê di pirtûka wê ya ‘Artêşbûna jinê’ de wiha cih digire: “Keça malbateke di berxwedana Hewegê de cih girtiye. Wê demê xizmên wê hatin girtin û ew neçar ma derkeve derveyî welat. Li malên Beyrut-Şamê dixebite. Xwendin û nivîsanê li partiyê hîn dike. Di pevçûnek çekdarî de jiyana xwe ji dest dide. berxwedana wê ya di pevçûnê de bandorek mezin li ser gel dike. Xwedî taybetiyên pêşeng û pir otorîter bû. Ji ber vê jî ji aliyê mêran ve hatiye qebûlkirin.”
Besê, Azîme, Turkan, Sakîne, Sultan û bi dehan jinên din..
Ji sala 1981’ê heta 1992’an gelek gerîlayên jin di avêtina hîmê artêşbûna jinê de jiyana xwe ji dest dan. Besê Anuş di dîroka PKK’ê de yek ji jinên ewil jiyana xwe ji dest dane ye. Li pey wê Azîme Demîrtaş, Turkan Derîn, Sakîne Kirmizitaş, Sultan Yavuz, Hanim Yaverkaya, Rahîme Kahraman, Çîçek Selcan, Necla Çelîk, Ayşe Ogretmen, Saîme Turgut, Binevş Egal, Geyîk Yetîm û Gulnaz Karataş e.
Rêxistinbûna yekem: YJWK
Piştî Kongreya 3’emîn a di 1986’an de pêk hat, YJWK ya girêdayî ERNEK’ê hat avakirin. Di 1987’an de meha mijdarê de YJWK hat avakirin û bi rêxistinan jinên Kurd yên Ewropayê sînor dimîne.
Ji YAJK’ê artêşbûna jinê
Di salên 1990’î de bi hezaran jin tevlî PKK’ê bûn. Di 1993’an de di nav hêzên gerîlayan de yekineyên jinan yên xweser hatin avakirin û bi vê re jî derbasî artêşbûna jinê hatiye kirin. di 1995’an de di Yekemîn Kongreya Jinan a Azad a Kurdistanê de bi navê Yekitiya Azadiya Jinên Kurdistanê (YAJK) yekineya rêxistibûnê hat avakirin. YAJK li ser tecrubeyên artêşbûna jinan ya hatiye jiyîn pêş ketiye. Di 1995’an de YAJK tevlî bername û konferansa jinan a NY’ê ya li Pekînê pêk hat bû.Di vê meşa dirêj de destekvanê herî mezin yê jinan Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû.
Yekem partiya jinê: PJKK
Di 8’ê Adara 1998’an de bi Îdeolojiya Rizgariya Jinê rêgezên sereke yên şoreşa civakî bi pêşengiya jinê hatiye avakirin. Rêgez wihane; welatparêzî, bi îrade û fikra azad tevlî jiyanê bûyîn, rêxistinbûn, têkoşîn, estetîk. Bi armanca îdeolojiya rizgariya jinê pratîk bibe di 8’ê Adara 1999’an de bi avabûna Partiya Jinên Karker a Kurdistanê (PJKK) çûn partîbûna jinê.
Bi PJA’yê re berpirsyariya gerdunî hat hilgirtin
Tevgera azadiya Jinan a Kurdistanê di 2000’î de bi rêxistibûna Partiya Azadiya Jinan (PJA) re berpirsyariya gerdunî girt ser xwe û tecrubeyên jinên Kurd bi jinên gelên din re parvekirin esas girtiye.
Rêxistina sîwan a jinan: KJB
Di 2004’an de bi PAJK (Partiya Azadiya Jin a Kurdistan) re rêxistibûn apartiya jinê hat berfirehtirkirin û Tevgera Azadiya Kurd rola partiya sîwane girt ser xwe. Lê Kurdsitanê hewcedariya rêxistinbûneke jinê ya konfederal û berfirehtir derketiye holê. Ji ber vê di 20’ê Nîsana 2005’an de ligel her çar parçeyê Kurdistanê , rêxistinbûna jinên derveyê welat jî dihundiran Civaka Jinên Bilind (KJB) hat vakirin.
PAJK: Hêza îdelojîk a jinan
PAJK ku partiya îdeolojîk û rêxistinbûna pêşeng a KJB’ê bû, ji hemû gîhandina kadroyan û îdeolojiya rizgariya jinê li her derê bikeve jiyanê berpirs bû. Ji ber vê endamên PAJK’ê di hemû pêkhateyên KJB’ê de wek kadroyên pêşeng cih digire.
YJA: Rêxistina têkoşîna gerdunî ya jinê
Yekitiya Jinên Azad (YJA) li dijî zîhniyeta hiyerarşî-dewletparêz û her cureyê bandora wê têkoşîn esas girtine. YJA di mijara gîhandina îdeolojiya rizgariya jinê ya civakê de û demokratîkbûnê de mîsyon girtiye ser xwe. YJA di rêxistinbûna konferanderal a demokratîk a jinê de xwe berpirs dîtiye.
YJA STAR: Hêza parastina rewa
YJA Star bi têkoşîna azadiya jinên Kurd û tecrubeyên rêxistinî yên hatine afirandin, misyona ku bibe hêza parastina rewa a jinan hilgirtiye. Xwe li dijî her cureyê êrîşên pêk tên berpirs dibîne. Li dijî her cureyê êrîşên li dijî gelê Kurd û jinên Kurd rêxistinbûna xwe pêş dixînin.
Ji KJB’ê derbasbûna KJK’ê…
KJB ya ji 2005’an heta 2014’an di rewşa rexistina sîwaneya jina de bû, di têkoşînê de wek koalîsyona rêxistinên jinan bû. KJB’ê ku mîsyon û rolên girîng girt ser xwe cihê xwe ji Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) re hişt.
Zanistan li dora jinê pêş ket: Jîneolojî
Jîneolojiya li ser gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yên wekê ‘zanista li dora jinê pêş bikeve, pêngava yekem ya ji bo civaknasiyê hatiye avêtinê ye’ şîn bû, li dora jinên Kurd hat pêş xistin û wateya wê jî zanista jinê ye. xebatên jîneolojiyê di serî de li Rojava û Tirkiyeyê li hemû cîhanê didome.
Ji Rojava heta Reqayê jinên têdikoşin
Jinên Kurd bi êrîşên DAIŞ’ê re li bajarên Rojava, li Şengal, Kerkuk qadên din yên çete lê hebûn di hemû eniyan de şer kirin. YPJ ya li dijî DAIŞ’ê têkoşîn meşand, jinên Êzîdî, Asurî, Ereb, Kurd û Suryanî tevlî bûn. Yekiniyên parastina cewherî yên jinên Êzîdî pêk dihatin YJŞ ava kirin û li dijî DAIŞ’ê şer kirin.