Çeteyên Erdogan yên ku bajarê Bab dagirkirine, dest bi amadekariya vekirina deriyekî bazirganiyê di navebera Bab û Heleb de kirine.
Nûçe Ciwan- Serfermandarê çeteyên Sultan Murad ku navê Ebû El-Welîd El-Izze lixwe kiriye, got ku ewê derî di 9’ê vê mehê, ango roja Şemiyê de destpê bike û ew jî li ser vî esasî amadekariyên xwe dikin.
Çete El-Izze di derbarê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê de derewên mezin kirin û got: “Rê di rêya Minbic- Heleb, an jî Efrîn- Heleb de diçe, QSD’ê li wîr ji gel bacê distîne”.