Endamên YXA-JIN ên li Hewlêrê bi daxuyaniyekê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê şermezar kir û bang li tevahiya ciwanan kirin ku li dora Ocalan bibin xelekek ji agir.
HEWLÊR – NÛÇE CIWAN
Yekîtiya Xwendekarên Azad ên Jin (YXA-JIN) bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li ber Zanîngeha Hewlêrê Beşa Wêje daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di çalakiya ku wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin vekirin û dirûşmên, ‘Bijî Serok Apo” hatin berzkirin de, li ser navê xwendekaran Zahîde Yilmaz daxuyanî xwend.
Zahîde Yilmaz bi bîr xist ku ji sala 2016’an ve ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agahî nayê girtin û destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze gel û Ocalan ji hev qut bike.
Zahîde Yilmaz anî ziman yê ku deriyê azadiyê ji jinan re vekiriye û ji bo hemû gelên cîhanê paradîgmaya jiyanek azad û wekhev çêkiriye, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Zahîde Yilmaz di berdewama axaftina xwe de wiha got:
“Dijminê ku li hemberî jiyana azad û wekhev disekine, êrîşên xwe yên li ser Rêber Apo zêde dike. Bila hemû kes zanibe ku Rêber Apo ne tenê Rêberê Gelê Kurd rêberê hemû bindestan e. Niha di cîhanê de mirovên sosyalîst, demokrat, ronakbîr û tevahî jinên ciwan tevlî paradîgmaya Rêber Apo dibin. Dewleta Tirk êrîşên dijwar li ser Rêber Apo dimeşîne û bi girankirina tecrîdê dixwaze gel û Rêber Apo ji hev qut bike.”
Zahîdeyê destnîşan kir ku ew ê li dijî van êrîşan têkoşîna xwe bilind bikin û wiha dom kir: “Bila dost û dijmin herkes zanibe ku em ê wekî jinên ciwan ne tenê heta hevdîtinê heta azadiya Rêber Apo têkoşînê bimeşînin. Bi pêngava ‘Serî hilde’ re em ê deriyê Îmralî bişikînin, Rêber Apo azad bikin û faşîzmê binbixin. Hemû ciwanên li çar perçeyên Kurdistanê li derdora Rêber Apo xwe bikin xelekek ji agir û bersivê bidin dijminê xwînxwar. Em wekî jinên ciwan ên kurd em ê ji bo azadiya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê li hemberî dagirkeriya li ser kurdistanê heta dawiyê têbikoşin û berxwedanê bilind bikin.”
Piştî daxuyaniyê ciwanan dawî li çalakiya xwe anîn.
Hewlêr’de PKK Lideri Abdullah Öcalan üzerinde ağırlaştırılmış tecridi protesto eden Özgür Kadın Öğrenci Birliği (YXA-JİN) üyeleri, gençlere Öcalan’ın etrafında ateş topu olmaya çağırdı.
HEWLÊR – NÛÇE CIWAN