Çeteyên DAIŞ’ê, bi çil hezar dolarî ciwanekî Kakeyî serbest berdan. Berpirsekî YNK’ê jî dibêje, tevî ku hê jî girtîgeha DAIŞ’ê li devera Kerkûkê heye.
Şeva derbasbûyî ciwanekî Kakeyî Soran Hûsemedîn ê Kakeyî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve bi çil hezar dolarî serbest hate berdan. Ev ciwan di 26’ê Tîrmehê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin.
Berpirsê Komîteya YNK’ê li Daqûqê Îdrîs Hacî Adil têkildarî mijarê got: “Şevê din kurekî Hûsemedîn Kakeyî yê bi navê Soran di berdêla çil hezar dolarî de ji aliyê terorîstên DAIŞ’ê ve serbest hate berdan. Tevî ku hê jî liv û tevgera DAIŞ’ê li gelek deveran heye û vî ciwanî jî bi çil hezar dolarî azad dikin, li Bexdayê şahiya serkeftina li dijî DAIŞ’ê û bi dawî hatina wê tê lidarxistin.”
DAİŞ çeteleri tarafından 2016 yılında kaçırılan bir genç 40 bin dolar karşılında serbest bırakıldı.