Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk siyaseta dewleta Tirk a faşîst li hember Federasyona Bakurê Sûriyê nirxandin û diyarkirin ku ew ê li hember wê SERÎ HILDIN.
https://www.youtube.com/watch?v=ydmX6eGXctY&feature=youtu.be
Nûçe Ciwan- Navenda Nûçeyan- Ciwanên PYD’ê diyarkirin ku ev yek tirsa dewleta Tirk nîşan dide û hêza wê ya têkçuyî dide xuya kirin.
Jina ciwan a bi navê Sê’al Melek got ku “Dewleta Tirk dixwaze bi her awayî projeya Netewa Demokratîk têk bibe”.
Melek bal kişand ku ew jî tevlî hemleya Serî Hilde bûne û ewê heya pêkanîna azadiya Rêber APO û parastina şoreşê li ber xwe bidin.
Endama rêveberiya ciwanên PYD ya bajarê Qamişlo Jiyan Xelîl êrîşên dewleta Tirk weke lewaztiya wê ya siyasî û leşkerî nirxand û armanca êrîşan weke têkbirina destkeftiyên şoreşê nirxand.
Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de got: “em weke ciwanên PYD li hember hemû siyasetên qirêj ên dewleta Tirk emê Serî Hildin”ظ
Ji aliyê xwe ve Efîf Ehmed diyar kir ku wan weke ciwan îradeya xwe ji Rêber APO û şehîdan girtine û ji bo vê têk naçin.
Ehmed rewşa dewleta Tirk weke kesê ku ketiye giravê û nema dikare jê derkeve nirxand. Ehmed hemleya Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan Serî Hilde bibîrxist û diyar kir ku di nava cih digrin; Ehmed hemû gelên herêmê vexwend serhildanê û got: Li hember dagirkeriya dewleta Tirk Serî Hildin