Li dijî nuqteya ewlekariyê ya di bin kontrola hêzên artêşa Iraq û navenda ITC’ê ya li Taxa Mûsalla ya Kerkûkê de çalakiyek hate lidarxistin. Hat ragihandin, di çalakiya nayê zanîn ji aliyê kê ve hatiye kirin de kuştî û birîndar hene.
KERKÛK – NÛÇE CIWAN
Li Kerkûkê îşev saet derdorî 22:00’an, li dijî du nuqteyên kontrolê yên di bin kontrola artêşa Iraqê ya li Leylanû Domîzlî û navenda Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) ya li Taxa Mûsllayê çalakiyek hate lidarxistin.
Nehate zanîn bê ka çalakî ji aliyê kê ve hatiye kirin, hat ragihandin ku kuştî û birîndar hene.