Gelê herêma Efrînê li hemberî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya Artêşa Tirk, daket meydanan û hêrsa xwe nîşan da.
EFRÎN – NÛÇE CIWAN
Li herêma Raco ya Efrînê bi sedan ji welatiyan li pêşiya Navenda Tenduristiyê kom bûn û xwepêşandanek li dar xistin.
Xwepêşandaran pankartên wekî “Em dixwazin şandeyeke serbixwe biçe Îmraliyê”, “Sond em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û azad bijîn”, “Azadiya Rêber Apo azadiya gelan misoger dike” û “Lanet li komploger û xayînan were” rakirin.
Li vir alên Partiya Yekîtiya Demokratîk, Kongreya Star, Tevgera Civaka Demokratîk, Yekîtiya Ciwanên Rojava û wêneyên Ocalan hatin bilindkirin.
Xwepêşandan bi durişmeyan dilsoziya bi Ocalan re ji pêşiya Navenda Tenduristiyê derkert û di nava kolanên sereke yên Racoyê re derbas bû û herî dawî li Qada Newroz sekinî.
Li Qada Newroz ji bo bîranîna pakrawanên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paşê li ser navê TEV-DEM’ê Dîlber Cûdî axivî û komploya navnetewî ya li dijî Ocalan wekî kiryareke li dijî tevahiya mirovahiyê bi nav kir.
Dîlber anî ziman ku di dîroka Kurdan de gelek komplo pêk hatine û hertim gelê Kurd ji azadî û jiyana xwe hatiye tecrîdkirin.
Piştî axaftinan durişmeyên ku bang li azadiya Ocalan dikin hatin avêtin.
ŞERA Û MEYDANKÊ
Ji welatiyên navçeyên Şera û Meydankê jî bi sedan kes rabûn û li navçeya Meydankê xwepêşandanek organîze kirin. Rêveber û nûnerên saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî tevlî bûn.
Di xwepêşandanê de alên TEV-DEM, YPG, wêneyên Ocalan hatin rakirin û pankartên wekî “Em ji civaka navnetewî dixwazin ku tecrîda li ser Rêber Apo rake” hatin vekirin.
Şêniyên Şera û Meydankê bi kal, pîr, jin, mêr û ciwanên xwe bi yek dengê gotin “Bêyî Serok jiyan nabe. Ji dagirkeriya Tirkiyeyê re na.”
Xwepêşandar piştî ku di nava gundên navçeyê re derbas bûn dîsa vegeriyan navçeyê û li ber Gola Meydankê sekinîn.
Piştî rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Osman Şêx Hesen axaftinek kir û tecrîda li ser Ocalan ku ji ailyê dewleta Tirk ve tê ferzkirin, şermezar kir.
Osman Şêx Hesen got “Hewcedariya welat bi fedekariyê heye. Lehengên Rojava wê nehêlin ku kes derbasî xaka pîroz bibe. Yên ku hewl bidin derbas bibin em ê destê wan bişkînin. Nameya me ji hemû dagirkeran re ev e. Divê her kes bizanibe Rojava li pey xeta şehîdên xwe ye. Eger dagirkeriya Tirk hewil bide derbasî herêma Efrînê bibe em ê Efrînê bikin goristana wan.”
Şêx Hesen axaftina xwe wiha bi dawî kir “Em li her çar aliyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê seferberiyê ragihînin. Ji bo serokê me çi pêwîst bibe em ê bikin.”
Xwepêşandan bi durişmeyan bi dawî bû.
Efrîn halkı, Öcalan’a uygulanan tecridi kınamak için ve işgalci Türk ordusunu protesto için alanlardaydı.
EFRİN – NÛÇE CIWAN
Yüzlerce Raco bölgesi yurttaşı, Sağlık Merkezi önünde toplanarak bir yürüyüş düzenledi.Yürüyüşte, “Bir heyetin İmralı’ya gitmesini istiyoruz”, İmralı sistemi yıkacağımıza ve özgür yaşayacağımıza söz veriyoruz” gibi pankartlar açıldı.Sağlık Merkezi’nde başlayan yürüyüş, Newroz Meydanı’na kadar devam etti.Yürüyüşte, Kürt Halk Önderi Abdullah Öcalan’a özgürlük ve bağlılık sloganları atıldı.
ŞERA VE MEYDANKİ
Aynı çerçeveyle Şera ve Meydankê ilçelerinde de binlerce yurttaş bir yürüyüş düzenledi.
Yürüyüşte, YPG, TEV-DEM bayrakları ve Kürt Halk Önderi Abdullah Öcalan’ın posterleri taşındı. Ayrıca, “ Rêber Apo’ya uygulanan tecridin kaldırılmasını istiyoruz” yazılı pankart açıldı.
Aralıksız, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Türkiye İşgaline Hayır” sloganları atılan yürüyüş, ilçe köylerinde devam ederek Meydankê Gölüne kadar devam etti.
Burada, Efrîn kantonu Yönetim Meclisi Eşbaşkanı Osman Şêx Hesen bir konuşma yaparak, Kürt Halk Önderi Abdullah Öcalan’a uygulanan tecridi kınadı.
Yürüyüş sloganlar eşliğinde sona erdi.