Li taxa Sûrê ya piştî rêveberiyên xwer lê pevçûnên mezin hatin jiyîn, di xaniyên ku xesar dîtibûn de kesên hişbirê bikar tînin bi cih bûne. Ciwan bi polîtîkayên ji rêderxistinê hînî hişbirê tên kirin û hat îdia kirin ku polîs jî dibêjin ‘ji bilî siyasetê her tişt ji wan re serbest e.’
ŞIRNEX – NÛÇE CIWAN
Li bajar û navçeyên Kurdistanê piştî îlankirina rêveberiyên xweser polîtîkaya şer a hatibû destpêkirin cihê xwe ji polîtîkaya ji rêderxistinê re hişt. Li Cizîrê piştî qedexe hat rakirin şûnde tevî du sal derbas bûye jî hîna pêkanînên qedexeyê bi awayekî fîîlî berdewam dikin. Li navçeyê faaliyetên siyasî bi awayekî kêfî tên qedexekirin lê bikaranîna hişbirê serbest dikin.
Dixwazin avabûna civakî tune bikin
Piştî pevçûnan bi hezaran kesî ji taxa Sûrê jî koç kir û niha li taxê bikaranîna hişbirê welatiyan dike fikaran. Bi dehan xaniyên ku di hilweşînê de xesar dîtin û biryara hilweşînê jî nedanê hene. Bi taybet ciwanên hişbirê bi kar tînin van malan bi kar tînin. Welatiyek ku nexwest navê xwe bide bal kişand ser zêdebûna hişbirê û da zanîn ku tevî ku gilî dikin jî tu tedbîr nayê girtin û wiha got: “Dixwazin avabûn û civakî ya çandî ya li navçeyê tune bikin. Her wiha cihên ku lîstikên bahîsê lê tên lîstin jî zêde bûne.”
‘Ji bilî siyasetê her tişt serbest e’
Şêniyek taxê ya bûye şahida bûyerekê jî wiha got: “Xaniyên vala yên pêş mala min bûye cihê kesên hişbirê bi kar tînin. Tevî ku li taxê nobedar û polîs hene jî kes mudaxale nake. Bi zanebûn desturê didin wan. Şeva borî li ber derî ez li bende hevjînê xwe bûm. Polîs hatin cem min û gotin ‘tu çi dikî li derve’. Min got ‘ez li benda hevjînê xwe me’. Min ciwanên ku hişbir bikar dianîn nîşanî wan dan. Polîs jî Kenya û got ‘bila siyasetê nekin çi dikin bila bikin’. Berê jî gelek kesî ew kesan gilî kiribûn li ser gilîkirinê hatibûn binçavkirin lê çend roj şûnde dîsa hatibûn berdan. Niha wê jî nakin.”
Cizre’de özyönetim direnişi sırasında günler süren çatışmaların yaşandığı Sur Mahallesi’nde hasar gören evler, uyuşturucu bağımlılarının meskeni haline geldi. Gençler, ilçedeki yozlaştırma politikalarıyla bağımlılığa itilirken, polisin ise, “Siyaset dışında onlara her şey serbest” dediği iddia edildi.
ŞIRNAK – NÛÇE CIWAN
Kürdistan kent ve ilçelerinde özyönetim direnişleriyle birlikte derinleştirilen savaş politikası yerini yozlaştırma politikasına bıraktı. “Sokağa çıkma yasağının” kaldırılmasının üzerinden iki yıla yakın bir zaman geçen Cizre’de fiili “yasak” uygulamaları devam ediyor. İlçede siyasi faaliyetler keyfi bir şekilde “yasak” ilan edilirken, uyuşturucu kullanımına ise göz yumuluyor.
Sosyal yapı yok edinmek isteniyor!
Çatışmalardan sonra yüzlerce insanın göç etmek zorunda kaldığı Sur mahallesinde artan uyuşturucu kullanımı halkı tedirgin ediyor. Çatışmalarda bombalar ile yerle bir edilen ancak yıkım kararı da alınmayan onlarca metruk ev bulunuyor. Genellikle uyuşturucu batağına itilen gençler tarafından kullanılan bu evlere ilişkin konuşan ve ismini vermek istemeyen bir yurttaş, uyuşturucu kullanımının artışına dikkat çekti. Şikayet etmelerine rağmen herhangi bir önlem alınmadığını söyleyen yurttaş, yasağın ardından ilçede sosyal kültürel yapının yok edilmek istendiğini belirtti. Ayrıca ilçede, kumar ve bahis oyunları oynayan ve oynatan mekanların da arttığı bilgisini verdi.
‘Siyaset dışında her şey serbest’
Evinin tam karşısında bulunan boş evlerin uyuşturucu bağımlıları tarafından mesken tutulduğunu ifade eden bir mahalle sakini ise tanık olduğu bir olayı şöyle anlatıyor: “Mahallede o kadar bekçi ve polis olmasına rağmen yine de bunlara müdahale edilmiyor. Bilerek onların bu mahallede yer edinmesine izin veriyorlar. Geçtiğimiz gece kapının önünde eşimi bekliyordum. Birden polisler yanıma gelip ‘hayırdır niye dışarıdasın?’ diye sordu. Ben de ‘eşimi bekliyorum’ dedim. Daha sonra hemen ileride esrar kullanan gençleri gösterip ‘onlara müdahale edin’ dedim. Polis de sırıtarak ‘siyaset yapmasınlar da istedikleri şeyleri yapsınlar, serbest’ dedi. Daha önce insanlar şikayet ettiğinde bu esrarcıları gözaltına alıp bir kaç gün tuttuktan sonra bırakıyorlardı. Şimdi onu bile yapmıyorlar.”