Bi dengbêjiya xwe ya nazik mûzîk û hunera Kurdî ya nûjen vejand. Di serdema ku axaftina bi Kurdî qedexe bû de, nemaze zihniyeta civaka wê stranbêjiya jinan weke destdirêjiyekê li namûsê dihat dîtin, stranên Kurdî pêşkêşî gel kirin. Têkoşîna wê ya dengbêjiyê bi qasî berxwedaneke çekdarî bû û kesayeta xwe ya xurt ji gelê Kurdistanê re îspat kir û bû sembola huner û kevneşopiya Kurdî.
NAVENDA NÛÇEYAN (Diyar Ehmo, Azad Sefo) – NÛÇE CIWAN
Eyşe Şan yek ji hunermendên di dîroka çand û hunera Kurdî de gelekî navdar û rêzdar e, bi dengê xwe nazik û pêşkêşiya xwe ya bedew guhdarvanên gelekî kêfxweş kirin û hişt guhdarvan bi dengbêjiya wê ya zelal re bikevin nava xeyalan.
Stranên Eyşe Şanê bi dilaramî û dengê zelal teybet bûn, tevî ku beşdarî ti akademiyên hunerî û enstûtiyên mûzîkê nebûye, lê pêşkêşiya wê bi şêwazekî hunerî ya taybet cîwaz bû. Eyşe Şanê bi gelek zimanan Kurdî, Tirkî, Farisî û Erebî stran digotin.
Derketina wê
Eyşe Şan di sala 1938’an de li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û malbata wê bi eslê xwe ji bajarê Arzerûmê ye. Malbata wê ji 6 endaman sê keç û kurekî û bav û dayîkê pêk dihat. Eyşe Şan di nava malbatê de xwîşka mezin bû. Bavê wê Osman Elî Şan û dayîka wê Elîf Xan e. Bavê Eyşe Şanê dema ku leşkertiya yedek di şerê cîhanê yê duyemîn de dikir di encama nexweşiyekê de jiyana xwe ji dest da. Di wê demê de Eyşe Şan hêjî zarokeke bi çûk bû û dema şer di navbera Osmaniyan û Rûsyayê de derket, malbata wê ji bajêr koçber bûn û di dema şer de Eyşe Şanê gelek endamên malbata xwe winda kirin.
Eyşe Şanê xwendina xwe ya seretayî di nava malbateke xizan de li gundê Erebdaşê yê di hundirê sûrê bajarê Amedê de pêk anî.
Eyşe Şan ji zaroktiya xwe ve bi stranan bi bandor dibe, dema ku stranbêj li mala wê kom dibûn û stran digotin, bi taybet bi dengê bavê xwe ku gelek stran ezber kiribûn, ew bêtir bi bandor dibe.
Destpêka stranbêjiya wê
Eyşe Şanê dît ku ew bi deng û hestên xwe yên nazik afrîner e, nemaze baweriya wê bi kesayeta xwe dest bi stranan kir û hewl da di şahiyên giştî de stranan bibêje, lê malbata wê ji ber zihniyet û kevneşûpiya xwe ya girêkok li dijî wê derket, lê tevî vê yekê Eyşe Şanê bi israr di 15 saliya xwe de yekemîn kasêta (sêl) xwe bi awayekî dizî qeyd kir û ji vir navdariya wê di nava civaka stranbêjiyê de dest pê kir.
Tevî navdariya wê di zaroktiyê de, malbatê ew bi kesekî temen mezin re ku berê zewicî bû û gelek zarokên wî jî hebûn, zewicandin. Eyşe Şan piştî ku zarokeke wê çêbû, li gel keçika xwe reviya bajarê Amedê.
Navdariya wê
Eyşe Şan piştî ku diçe bajarê Amedê serdana gelek bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dike û li bajarê Dîlokê gelek dengbêjan nas dike û bi pisportî stranan dibêje. Eyşe Şanê li bajarê Dîlokê gelek amûrên mûzîkê yên nûjen dîtin û di destpêkê de bi zimanê Tirkî stran gotin û li vir navê wê gelekî belav dibe. Eyşe Şan piştî demekê vedigere stranên bi zimanê Kurdî û vê yekê bandoreke neyînî ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve li wê kir, nemaze ji ber ku stranên Kurdî qedexe bûn. Piştî nêzî du salan ji xebata wê di radiyoyê de, zaroka wê dimire û vê yekê bandoreke giran li jiyana wê kir û di sala 1961’an de li bajarê Dîlokê dest ji xebata xwe ber dide û berê xwe da bajarê Stenbûlê.
Yekemîn strana wê “Ez xezal im”
Eyşe Şan bi cesareta xwe stranbêjiya xwe ya bi zimanê Kurdî didomîne û di sala 1961’an de li bajarê Stenbûlê yekemîn strana xwe bi navê “Ez xezal im” qeyd dike.
Eyşe Şan ji ber ku bi zimanê Kurdî stran digotin ji aliyê nijadperestekî Tirk ve rastî êrşa bi kêran tê û di encamê de neçar dimîne ku ji bajarê Stenbûlê derbikeve û piştî ku birîna xwe derman dike di sala 1972’an de berê xwe dide Almaniya û li vir beşdarî şahiyan dibe, her wiha li gelek dewletên Ewropayê beşdarî şahiyan dibe, lê Eyşe Şan li Almaniyayê dirêj nake û dîsa vedigere bajarê Stenbûlê.
Eyşe Şan û radiyoya Kurdî ya Bexdayê
Li ser daxwaza hin dostan Eyşe Şan berê xwe dide bajarê Mûsilê yî Îraqê û li vir peywendiyê bi gelek stranbêjên Kurd ên navdar re yên weke Mihemed Arif Cezrawî, Îsa Berwarî û gelek hunermendên din re dike. Eyşe Şan paşê jî berê xwe dide radiyoya Kurdî ya Bexdayê û li vir karmendên radiyoyê bi vê sûrpirîza wê re matmayî dimînin û bandorekê li radiyoyê dike.
Koça wê ya dawî
Eyşe Şan cara dawî di sala 1992’an de li bajarê Ezmîrê beşdarî şahiyekê dibe ku ji aliyê Navenda Çand û Hunera Kurdî ve hatibû organîzekirin, paşê bi nexweşiyekê dikeve û di 18’ê kanûna 1996’an de li nexweşxaneyeke Ezmîrê jiyana xwe ji dest dide û li wir tê spartin.
[:de]
Eyşe Şan ist eine bekannte dengbêj – Sängerin aus Kurdistan. Ihr Leben und ihr Beitrag zur kurdischen Kultur ist unvergesslich wichtig.
NACHRICHTENZENTRUM – NÛÇE CIWAN
Eyse Şan war für die KurdInnen eine wahre Inspiration. Trotz der schwierigen Umstände war sie fest entschlossen ihren Gesang in die Welt zu tragen. Und indem wir ihrer Musik und ihrer zarten Stimme zuhören, wird ihr Geist für immer und ewig in unseren Herzen und Köpfen bleiben. Sie ist eine Inspiration des Widerstandes der kurdischen Frau und die Stimme der kurdischen Kultur.
Eyşe Şans Leben
Eyşe Şan ist 1938 in Amed geboren, doch ihre Familie stammt aus Arzerum. In der 6 köpfigen Familie war Eyşe Şan die älteste Tochter und hatte damit große Verantwortungen zu tragen. Ihr Vater ist Osman Elî Şan ihre Mutter Elîf Xan. Ihr Vater Osman war Soldat im zweiten Weltkrieg, starb jedoch relativ früh an einer Krankheit. Eyşe war noch sehr jung als ihr Vater verstarb.
Schon früh war sie von Dengbêjî fasziniert: oft kamen Sänger zu ihnen nach Hause. Auch ihr Vater hatte eine starke Stimme und konnte sich viele Lieder merken. Das beeinflusste ihre Zukunft maßgeblich.
Anfang der Karriere
Eyşe Şan erkannte in sich eine kreative Person. Zunächst etwas unsicher, später viel selbstbewusster entschied sie sich zu singen. Sie gab sich Mühe an Veranstaltungen aufzutreten, doch ihre traditionelle und konservative Familie wurde ihr ständig zum Hindernis. Sie akzeptierten ihr Vorhaben nicht. Trotz der Fesseln der Familie hat Eyşe Şan schon mit 15 Jahren ihre erste Kassette heimlich aufgenommen. So begannen ihre ersten Versuche als Dengbêj. Verschiedene Sanger werden zunehmend auf sie aufmerksam.
Trotz ihrer Bekanntheit unter den Sängern wird Eyşe Şan mit einem viel älteren Mann zwangsverheiratet. Sie wurde seine Zweitfrau. Als Eyşe ihr erstes Kind bekommt, flieht sie mit dem Kind zusammen nach Amed.
Bekanntheit
Eyşe Şan reist für ihre Gesangskarriere von dort aus in viele weitere nordkurdische Städte. So lernt sie viele Dengbêj kennen. In Dîlok (Antep) fängt sie auch an türkische Lieder zu singen, so wird sie immer bekannter. Eine Zeit lang singt sie weiterhin türkische Lieder, konzentriert sich dann wieder auf die kurdischen Lieder. Das wurde zu einem Dorn für die türkische Regierung, denn das Singen von kurdischen Liedern war nicht erlaubt. Auch ihre Lieder werden verboten. Nach zwei Jahren Arbeit im Radio reist Eyşe Şan nach Istanbul, weil ihre Tochter plötzlich verstirbt. Für Eyşe Şan ist der Tod ihrer Tochter ein hartes Erlebnis.
Erstes Lied: „Ez Xezal im“
Mit großem Mut verfasst Eyşe ihr erstes Lied 1961. Auf Grund ihrer Haltung und des Singens kurdischer Lieder wird sie mit Messern bewaffnet angegriffen. Wegen der zunehmenden Gefahr durch den Rassismus in der Türkei wandert sie nach Deutschland aus. Es ist 1972 als sie in Deutschland ankommt. Auch hier versucht sie an Veranstaltungen teilzunehmen. So singt sie auf Konzerten in vielen Teilen Europas. Doch sie bleibt nicht lange in Europa- nach kurzer Zeit zieht sie wieder nach Istanbul.
Eyşe Şan und das kurdische Radio in Bagdad
Eyşe Şan wird vorgeschlagen nach Mossul zu gehen. Dort angekommen pflegt sie viele Beziehungen zu berühmten kurdischen Künstlern, wie Mihemed Arif Cezrawî, Îsa Berwarî. Anschließend beschließt sie nach Bagdad zu gehen um dort im kurdischen Radio zu arbeiten. Mit ihrer Energie hat sie eine sehr positive Wirkung auf das Radio.
Letzte Auswanderung und Erkrankung
Später wandert Eyşe Şan wieder in die Türkei, diesmal nach Izmir. Am 18. Dezember 1996 stirbt sie an Krebserkrankung im Krankenhaus Izmir.