Tevgera Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan , bi daxûyanêyekî tecrîta giran li ser Rêberî Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kirin.
HAWKAR MISTEFA/ SEYÎDSADIQ- NÛÇE CIWAN
Çerçeveya hemla’ Serî Hılde’de Tevgera Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan, li navçeya Seyîdsadiq ya Sileymanîyê Daxûyanêyek dan çapemenîyê, di daxûyanîyê’ da tecrîta giran li ser Rêberî Gelî Kurd Abdulah Ocalan şermezar kirin .
Di daxuyaniya çapemeniyê de peyama hevbeş a ciwanan ji aliyê endama Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Şeyma Eta ve hate xwendin û wiha hate ragihandin; “Weke tevgere Ciwanên welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li navçeya Seyîdsadiq, civîna salane ya Komeleya Ciwan silav dikin.”
Di dewama peyamê de wiha jî hate gotin; “Ew hemû tecrîdên ku li ser Rêber Apo têne meşandin şermezar dikin. Ji bo azadiya Ocalan emê hemû hewldanên xwe bixin meriyetê. Her di vê çarçoveyê de jî, emê êdî li hemberî tecrîda li ser Ocalan bêdeng nebin û her tişta em bikarin emê bikin.”
Her wiha bal hate kişandina êrîşên dewleta Tirk li ser şehîdgehan li Bakûrê Kurdistanê û wiha hate ragihandin; “Êrîşên dewleta Tirk li ser şehîdgehan li Bakûrê Kurdistanê şermezar dikin. Weke kiryar û êrîşên terorîstî binav dikin.”
Di dawiyê de wiha hate gotin; “Em xwepêşandan û serhildanên pêş çend rojan li navçe û bajarên Başûrê Kurdistanê çêbûn silav dikin û piştgirî didinê. Di dîroka gelê xwe de weke qonaxek nû dibînin. Divê desthilat jî êrîşên xwe yên li ser xwepêşanderan rawestînin.” hat gotin
Süleymaniye’nin Seyidsadiq ilçesinde Yurtsever Gençlik Hareketi ile Devrimci Genç Hareketi, Kürt Halk Önderi Abdulah Öcalan üzerindeki ağırlaştırılmış Tecriti Protesto eti