Di çarçoveya hemleya SERÎ HILDE de Yekîtiya Jinên Ciwan YJC’ê bi beşdarbûna dehan jinên ciwan li bajarê Dirbêsiyê meşek lidarxist.
Nûçe Ciwan- Meşa ku di bin slogana Bi Rihê Jinên Ciwan Serî Hilde hate organîzekirin, têde al û posterên Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocelan û alên Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê û Yekîtiya Jinên Ciwan.
Meş bi coşeke mezin ji pêş peymangeha Xwendekaran a bajêr destpêkir û li kolanên bajêr geriya û bi sloganên Bijî Serok APO, Bê Serok Jiyan Nabe, Bijî Berxwedana Îmralî heya fetloka Şaredariyê ya bajêr hat.
Li vir meş veguherî mîtîngeke mezin û daxuyaniyek hate xwendin.
Daxuyaniya ku ji aliyê jina ciwan Rosîm ve hate xwendin diyar kir ku pêvajo dîrokî ye, lewma erkên dikevin li ser milê jinên ciwan jî dîrokî ne.
Daxuyaniyê di destpêkê de bal kişand li ser berxwedana Îmralî û tecrîda li ser Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocelan û weke destpêka şerê tunekirina faşîzma dewleta Tirk nirxand û got ku yê di vî şerî de wenda bike wê dewleta Tirk be. Daxuyanî wiha dewam kir:
“Pêwîste baş were zanîn, ku ewlehiya Rêber APO ewlehiya hemû welatan e, rewşeke cüda eger bixwazin bi me bidin jiyan kirin û li ser me ferz bikin, ewê bibe sedema hilweşandina hemû dewletan, di serî de dewleta Tirk“.
Di berdewamiya daxuyaniyê de rewşa Îranê hate bibîrxistin û diyarkir ku ev gava yekemîn a têkbirina rejîma Îran a faşîst e û têkiliyên qirêj ên di navbera Îran û Tirkiyê de anî ser ziman.
Daxuyaniyê ji bo rewşa li Rojava- Bakurê Sûriyê destnîşan kir ku destê ku dirêjî axa Federasyona Bakurê Sûriyê bibe ewê jêbikin.
“Axa Federasyona Bakurê Sûriyê wê bibe goristana dewleta Tirk û rejîma Ba’as û zihniyeta wan a faşist ku xwe dispêre zihniyeta zilamê xwînmij“.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû jinên ciwan hate kirin ku ji bo bidestxistina nirxên Azadî, Welat, Demokrasî û Wekheviyê Serî hildin.