Çeteyên dewleta Tirk li Çankiri du ciwan îşkence kirin.
Nûçe Ciwan- Tirkiyê- Ciwanê bi navê Selîm Akdoğan dema ji Izmîrê bi boneya sersalê vedigeriyan malbata xwe, rastî grûpeke polîsên çete yên dewleta Tirk a faşîst hatin.
Çeteyan bi hincetên erzan ku Çima pora we wisa ye destê ciwanan xistin kelepçê de û binçavkirin.
Polîsên çete her du ciwan heya ku dikarîn îşkence kirin. Piştre xwestin vê qirêjiya xwe qaşo di bin navê ku her du ciwanan ji dîktatorê Tirkiyê Erdogan re xeber dane, lewma ev yek hate serê wan. Di nîşaneyekê de li ser ku kesên ku li hember dîktaotrî û faşîzma me rabe, emê wisa lê bikin, tevî ku ciwanan misogerkirin ku wan ti xeber nedane û polîs derewan dikin.
Çeteyên ku dixwazin vê buyerê xweşik û baş bikin her cure derewan dikin û bê namûsiya xwe her dem îsbat dikin.