Ciwanên bajarê Hesekê bi alîkariya Şaredariya Gel a bajêr hemleya paqjikirina goristana şehîdan da destpêkirin.
Nûçe Ciwan- Hesekê- Hemleya ku Yekîtiya Jinên Ciwna YJC, Yekîtiya Ciwanên Rojava YCR û Tevgera Xwendekarên Demokratîk li bajarê Hesekê dan destpêkirin, di çarçoveya hemleya Serî Hilde de hat.
Di vê çarçoveyê de ciwanan diyarkirin ku ew li hember qirêjiyê jî, serî hildane û gotin ku ewê heya dawî li ber xwe bidin û welatê xwe ji qirêjiyê paqij bikin.
Hemle li goristana şehîd Dijwar ya li gundê Dawdiyê hate destpêkirin û bang li tevahî ciwanan û jinên ciwan hate kirin ku beşdarî hemleyê bibin.