Dewletên Yekbuyî ên Emerîka DYE di derbarê kirîza Sûriyê de daxuyaniyên girîng dan çapemeniyê û ragihandin ku ewê serkeftinê îlan nekin û ji Sûriyê venakişin.
Nûçe Ciwan- Navenda Nûçeyan- Daxuyaniyên ku ji aliyê nûnerê Wezareta Karê Derve David Satirfîld de, li civîna Kongrêsê emerîkî hatin dayîn got ku ewê li Sûriyê bimînin ji ber gelek sedeman û destnîşan kir ku ev stratejiya serokê DYE Donald Trump e.
Berpirsê Emerîkî di berdewamiya axaftina xwe de got ku ewê Alîkarî û piştgiriya xwe ya bi lehengên QSD’ê yên ku bi mêrxasî li hember çeteyên DAIŞ şerkirin bidomînin û alîkar bin di pêkanîna aramiya herêma Bakur û bakur rojhilatê Sûriyê de. Herwiha a ewê piştgirî bidin guhertina sîstema siyasî û avakirina Sûriya Nûjen. Di nîşaneyekê de li ser qebûlkirina sîstema Federasyona Bakurê Sûriyê.
Satrfîld wisa berdewam kir: Herwiha em ji bo sekinandina Îranê jî li herêmê dimînin.
Hêjayî gotinê ye ku Emerîka ragihand ku ewê pisporên dîplomatîk rêbikin bakurê Sûriyê û têkiliyên xwe yên bi QSD’ê re xurt bikin.