Endama Komalên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê KCR’ê Jîna Egîd daxuyaniya ciwanên Rojhilat a ji bo piştgirî dayîna xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwend û wiha hate gotin: “Sedema sereke ya qeyranên îro gelên Îran û Rojhilatê Kurdsitdanê dijîn, ew sîstema dewlet neteweye ku nikare ji daxwaz û xwestekên gelan re bibe bersive. Her wisa azadiya mafê mirov ya civakê jî zext dike.
Em bi dil û can, piştgiriya serhildanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dikin. Bi dîtina me riwange û felsefeya sîstema demokratîk dibe bersiv û çareseriya pirsgirêkên gelên bidnest, Rojhilata Navîn û mirovatî. Her wisa pêwîste ku ciwan û her wiha bi taybet jî jinên ciwan beşdarî serhildanan bibin û hevgirtineke şoreşgerî çê bikin, her wisa dewleta faşîst a rejîma Îranê birûxînin.”
Daxuyanî bi duruşmeyên Serî Hilde bi dawî bû.