Bi sedan ciwanên kantona Kobanê ya herêma Firatê dest bi çalakiya konê Serî Hilde kirin.
Nûçe Ciwan- Kobanê-
Çalakiya ku li qada Şehîd Egîd ya bajarê Kobanê îro roja şemiyê 13.01.2018 hate destpêkirin, bi sedan ciwanên kantona Kobanê tevlî bûn û sloganên Serî Hilde, Bijî Serok APO, Bê Serok Jiyan Nabe qêriyan.
Ev çalakî dikeve nav çarçoveya hemleya Serî Hilde ya ku ciwanan li her derê ji bo azadiya Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocelan dabûn destpêkirin.
Ciwanan derdor kon bi al û posterên Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocelan, ala Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê û pankartên ku li ser nivîsandibûn: Bi Rihê Berxwedana Kobanê SERÎ HILDE.. Soza Me Em Pergala Îmralî Hilweşînin û Bi Rêber APO Jiyaneke Azad Bijîn xemilandin.
https://www.youtube.com/watch?v=jWio1AbI0xQ
Çalakiya ku wê mehekê dewam bike, di nava xwe de programeke xurt a civîn, semîner û sinvizyonan dihewîne.
Endamê Koordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava Şahîn Kobanê diyar kir ku armanc ji vê çalakiyê bihêzkirina rêxistin, perwerde û têgihiştina ciwanan e, ji bo misogerkirina azadiya Rêber Ocelan.
Li gorî plansaziyê, tevahî ciwanên herêma Firatê ên Girê Spî, Minbic, Tebqa û Reqqa dê beşdarî vê çalakiyê bibin.