Rejîma faşîst a Îranê kiryarên xwe yên qirêj berdewam dike û 2 ciwan di bin îşkenceyê de şehîd xistin.
Nûçe Ciwan- Navenda Nûçeyan- Ciwanên bi navê Saro Qehremanî, ku berî vê 10 rojan hatibû binçavkirin, û Alî Pûladî jî li Zindanên Sine û Çalûsê bi sedema ku tevlî çalakiyên li hember rejîma Îranê bûbûn, girtibûn.
bi şkenceyê kuştiye. Bi vî awayî hejmara mirovên li zindanê bi êşkenceyê hatin kuştin bû 6 kes.
2 çalakgerên din ên di çalakiyên protestoyî yên li dijî xizanî û zordariya rejîma Îranê hatin binçavikrin, li zindanên Îranê hatin kuştin.
Rejîma Îranê, duh roja Şemiyê 13.01.2018 li malbata ciwanê kurd Sero Qehremanî geriyaye û agahî daye ku werin cenazeyê kurê xwe bibin.
Çend roj berê Sîna Qenberî (23) li zindana Evîn a Tehranê, Mihmed Haydarî (22) li zindana Erakê û Mohsen Edelî (26) li zindana Dezfûl a li Ehwazê ji ber ku tevlî çalakiyan bûn bi êşkenceyê hatibûn şehîd xistin; Bi vê yekê hejmara şehîdên 10 rojên dawî yên di bin îşkenceyê de gihişt 6 kesan.