Kuştina her du ciwanan li derdor Minbic şermezar dikin û Kes nikare bi aramiya Minbic bilîze.
Nûçe Ciwan- Minbic- Ev daxuyanî ji aliyê berdevkê Meclisa Minbic ya Leşkerî Şervan Derwêş ve hatin dayîn.
Derwêş diyar kir ku armanca kesên dixwazin bê aramiyê derxin, vegerandina terorîzm û tirsandin û tarîtiyê ye û wiha berdewam kir:
“Em baş dizanin ku rejîma Sûriyê û Çeteyên Mertala Firatê şev û roj kar dikin ji bo tevlîheviyê derxin. Ev ne tenê li ser pêkhateyekê; Ev êrîş li ser hemû pêkhateyane Me Minbic bi xwîna sedan şehîdan azad kir; Emê rê nedin kesekî bi aramiya Minbic bilîze.”
Di derbarê her du ciwanên hatibûn kuştin de jî Şervan Derwêş ev buyer protesto kir û got: Em vê protesto dikin, hêzên peywendîdar wê datayên vê kiryaraqirêj derxînin holê; Lê emê rê nedin kes bi Minbic û şêniyên wê bilîze.