Komîna ciwanan ya gundê Um El-Fursan hate avakirin.
Nûçe Ciwan- Qamişlo- Di çarçoveya Pêngava Serî Hilde de Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan xebatên avakirina komînên ciwanan dewam dikin.
Bi vê boneyê, YCR’ê û YJC’ê li gundê Um El- Fursan yê bi beşdarbûna bi dehan ciwanan û jinên ciwan komîna ciwanan avakirin.
Komîna ciwanan xebatê xwe wê li ser pirsgirêkên ku derdikevin pêşberî ciwanan û rêyên çareseriyê bimeşîne.
Li ser vê bingehê komîna ciwanan ji 25 kesan hate avakirin, ku ji wan 5 jinên ciwan hebûn. Di dawiyê de, hevserokên komînê hatin hilbijartin.
Hêjayî gotinê ye ku pêngava Serî Hilde ji aliyê ciwanan ve li her derê hatiye destpêkirin, bi armanca azadiya Rêberê Gelên Kurdistanî Abdullah Ocelan.