Ciwanan li gundê Tenûriyê ya kantona Qamişlo komîna xwe avakir.
Nûçe Ciwan- Qamişlo- Çalakiyên cûr becûr ên pêngava Serî Hilde bi hemû hêza xwe dewam dikin.
Bi vê boneyê Yekîtiya Ciwanên Rojava û Bîroya Ciwanan a Federasyona Bakurê Sûriyê ji ciwanên gundê Tenûriyê re civîn lidarxistin û komîna wan avakirin.
Bi dehan ciwan di civîna avakirina komînê de amade bûn; Piştre endamê Bîroya Ciwanan a Federasyona Bakurê Sûriyê Akif Şêx Şerîf axivî û rewşa siyasî ya dawî û girîngiya komînan di çareserkirina pirsgirêkên ciwanan de diyar kir.
Piştî wê ji bo xebatê xweser ê jinên ciwan bimeşîne hate hilbijartin, tevî du hevserokan.
Hêjayî gotinê ye ku hemleya Serî Hilde ya ku ciwanan li her derê daye destpêkirin armanca xwe ya sereke azadiya Rêberê Gelên Kurdistanî Abdullah Ocelan e.