Eger li Kobanê Arîn Mîrkan bû, Efrîn wargeha Arîn’an e.
https://youtu.be/YNrjqCY8llw
Nûçe Ciwan- Rimêlan- Di çarçoveya şermezarkirin û protestokirina gefên dewleta faşist a Tirk li ser herêma Efrînê ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Daxuyaniya ji aliyê hevseroka Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk Ahîn Silêman ve li akademiya PYD’ê ya li bajarê Rimêlan hate xwendin, bi gotina Li Dijî Dagirkeran Serî Hilde destpê kir.
Daxuyaniyê bibîrxist ku aloziya Sûriyê her ku diçe mezin dibe û diyar kir ku tevahî hêz dixwazin xwe li Sûriyê bi cih bikin û ev yek aloziyê kûrtir dike.
Di berdewama daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser çareseriya Federasyona Bakurê Sûriyê û weke tekane rêya çareserî û demokratîkkirina Sûriyê bi nav kir. “Ev yek dewleta Tirk tirsand û ji bo kete nav liv û tevgerê û ji bo her roj gefan li Efrînê dixwe“.
Di derbarê helwesta ciwanên PYD’ê de daxuyaniya ciwanên PYD’ê got ku ew weke ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk “destê ku dirêjî axa me bibe emê jêbikin. Bi rihê Çekdar û Arîn’an emê Efrîn bikin goristana çeteyan“.
Daxuyanî wisa berdewam kir: “Eger Erdogan dixwaze xwe biparêze, pêwîste serî li ehmeqtiyeke wisa nede; pêwîste bizanibe ku aramiya Efrînê tê wateya aramiya Tirkiyê.
Eger li Kobanê Arîn Mîrkan bû, Efrîn wargeha Arîn’an e“.
Daxuyanî bi sloganên Li dijî Dagirkeran Serî Hilde, ji bo azadiyê Serî Hilde, Serî Hilde, Serî Hilde bi dawî bû.