Soçî??? ‘Projeya Federasyonê Bê Guman Biser Ketiye’
Ji destpêka propoganda civînên Soçî de, ku destpêkê li Himêmîm bû, heya ku biçin Soçî li Rûsyayê me destnîşan kiribû, ku pêwîste zêde xwe spartina vê diyardeyê çênebe, ku dixwest rejîma ku ji hev ketî û belavbuyî, ji nûve çêbike û komî ser hev bike; Herwiha, hewldanek ji Rûsyayê bû, ku xwe avêt nav golê bi armanca rol girtin û kêmkirina rola Emerîkî ya di herêmê de, ku di herêmê de bi rêya Ko’alisyona Navdewletî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê pêk tîne, û fêkiyên xwe bi rizgarkirina ‘qaşo’ paytexta çeteyan Reqqa yê li ser destê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û bi alîkariya Ko’alisyona Navdewletî gihişt lûtkeyê.
Ji rewşeke wisa emê li benda çi bin ji rejîmeke ku alîkarî û piştgiriya û xwedî li ti projeye dernakeve, eger hêzkirin û ji nüve avakirina xwe esas digre. Lîstikvanê wê yê herî mezin jî Rûsya ye, ku cîhanê naskir ku çiqas ‘raste’ di dosya Kirîza Sûriyê de; Bi taybet, dewleta ku misogeriya hevpeymanên Kêmkirina şer e, ku cîhan tevahî dibine, ku çiqas xerabî û komkujî di derheqê şêniyên van herêman de têne kirin.
Berde tiştên ku bi ‘Tirkiye, Îran..’ re tên niqaşkirin, ku rewşa Sûriyê gihand vê rewşa tengav, ji ber ku naxwazin dest vala ji vê qirîzê derkevin.
Axaftina ku Soçî weke ‘şano’ dinirxîne, axaftineke seransere, diyar dike ku hin kesan guhertinên siyasî yên ku ev rewş afirandine, fêm nekirine.
Bi vê boneye, beşdarbûna hêzên şoreşger ên çalak li Bakurê Sûriyê, di her civîn û hevdîtin de, ku rewşa Sûriyê elaqedar dike, tiştekî jê lêneveger e, eger bixwaze encam bidest bixe. Ev rewşa asayî, vê hêzê li ser erdê ji xwe re avakiriye û beşdarbûna wê ya di van civînên wisa de, ji bo pêşkêşkirina projeya xwe ya siyasî, ku xwe dispêre gel û hêza ku vê projeye diparêze QSD’ê.
Hemû nîşane girîngiya vê proje destnîşan dikin; Helwestên dawî yên hinek hêzên bi bandor jî, ku xwe nêzî van hêzên ku li ser vê projeyê ne dibine, vê mîsoger dikin.
Ji bo vê yekê, xwedî derketina kesên ku li ser vê projeyê disekinin û destpêkirina ji hîmên netewî û ji ber ku projeyeke sûrî ya niştimanî ye, rojeva ku li ser erde çêdibe û qezenckirina wê ya erênî;
Herwiha xwedî derketina wê ya bi hêz ku wê ji aliyê hinek hêzên sûrî yên bi bandor ve, li ser tevahî erdnîgariya Sûriyê, ev hemû destnîşan dikin ku serketina projeya Federasyonê bê guman wê serkeve, eger di Cinêvre de be ‘weke ku ez dibînim’ an jî rêyeke cuda.
Mihemed Diya’el- Dîn El- Temir
Endamê Ciwanên Parita Nûjenî û Demokratîk Bo Sûriya