Pêngava Serî Hilde rizgarbûneke felsefî ye, ku dighêne azadiya Rêber Apo.
Nûçe Ciwan- Rimêlan- Di 1’ê Mijdara sala 2017’an de Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan pêngava Serî Hilde dan destpêkirin.
Pêngav dengekî pir mezin di nava tevahî ciwanan de veda û zû pêşket. Ji Kampa Şehîd Rustem Cûdî, heya Şengal, Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê belav bû.
Herwiha di navbera ciwanên Kurdistanî yên li Ewrupa û ciwanên Ereb de jî ev pêngav pêşket.
Ciwanên Ereb ên ku xwedî rengekî taybet in di nav vê hemlê de, roj bi roj çalakiyên xwe mezin dikin.
Di vê çarçoveyê de ajansa me Nûçe Ciwan bi du ciwanên ereb re, hevpeyvîn pêk anî.
Ciwanê bi navê Ibrahîm El- Hesen diyar kir ku ew ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocelan, azadiya civakê û tunekirina pergalên desthilatdar serî hildan e û destnîşan kir ku ewê serhildana xwe heya civakê vegerînin li ser koka wê.
El-Hesen wiha berdewam kir: Tevî hemû çalakiyan, lê hîn kêmasî û nebesiyên me pir in ji bo avakirina Netewa Demokratîk; Lewma, emê heya azadiya Rêber Apo, azadiya civak û azadiya jinê têbikoşin.
Ibahîm El-Hesen axaftina xwe wisa bi dawî kir: Em weke ciwan soza me ye, ku em serî hildin û bibin êzingên agirê felsefeya Rêber Apo.
Ji aliyê xwe ve ciwanê bi navê Ezîz Xalid destnîşan kir ku pêngava Serî Hilde li hember modernîteya Kapîtalîst e. Rola jinên ciwan jî di hundirê wê de pir e û got ku ev pêngav diyar dike ku eger ciwan bibin yek, dikarin li hember sîstema desthilatdar û qirker bisekinin.
Xalid wiha berdewam kir: Ev pêngav rizgarbuyîneke felsefî ye, ku dighêne azadiya Rêber Apo.
Ezîz Xalid dewleta AKP’ê hişyar kir ku eger nêzî Rêber Ocelan bibin, ewê bibe dawiya AKP’ê û got: Armanca yekemin û sereke ya vê pêngavê azadiya Rêber Apo ye.
https://youtu.be/ZPzI_J4k314