Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk li bajarê Şedadê hemleya paqijyê da destpêkirin.
Nûçe Ciwan- Şedadê- Hemleya Ji Bo Paqijiya Bajarê Xwe SERÎ HILDE dikeve nava çalakiyên ciwanan ên pêngava Serî Hilde ya ku ciwanan li her derê dabû destpêkirin.
Hemle bi kordîne û hevkariya şaredariya bajêr birêve çû û hinek sazî û tevgerên din jî tevlî bûn, mîna Mala Jinê, Tevgera Civaka Sivîl, Desteya Perwerde û Fêrkirinê û hijmarek ji şêniyên bajêr.
Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Ereb ên Demokratîk Zinar Tolhildan ji ajansa Nûçe Ciwan re axivî û destnîşan kir ku armanca wan ji vê hemlê paqijkirina bajarê wan e.
Ji aliyê xwe ve hevseroka Şaredariya Gel a Şedadê Neda El- Salih diyar kir ku armanca hemlê têgihiştina ciwanan û civakê ye ji bo girîngiya paqij hiştina welatê xwe û karkirina bi hev re ji bo ji nûve avakirina welat; Ji ber ku dîmenê pêşketî yê bajêr, asta pêşketina wê diteysîne.