Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi merasîmekê yekemîn dewreya Hêzên Parastina Sînor derxist.
NÛÇE CIWAN- NAVENDA NÛÇEYAN- Dewreya QSD’ê ya bi navê Şehîd Ehmed Xelef 20 rojan berdewam kir û têde 154 şervan hatin perwerdekirin.
Merasîm bi beşdarbûna fermandarên QSD’ê, Meclisa Sivîl a bajarên Silûk, Girê Sipî û Eyn Îsa pêk hat û bi deqeyek rêzgirtin li ser rihê şehîdan destpê kir.
Piştre fermandarê QSD’ê Ednan Xedban axivî û rola girîng a hêzên parastina sînor vegot.
Piştî wê şervanan soza parastina welat dan.