75 Ciwan tevlî nav refên Hêzên Parastina Gel HPG’ê bûn.
BEHDÎNAN – NÛÇE CIWAN-
Di çarçoveya pêngava “Serî Hilde” ya ku Komalên Ciwan dabû destpêkirin, 75 ciwan tevlî refên Gerîlla bûn û bang li hemû ciwanên cîhanê kirin û gotin serî hildin..
Ciwanên ku tevlî bûne bi piranî ji Bakurê Kurdistan, Rovaja û Bakurê Sûriyê ne û xwe gihandin Qadên Parastinên Medya’yê û tevlî refên Gerîlla bûn. Li çiyayên azad merasîma leşkerî hat lidar xistin. Di merasîmê de ciwanan posterên Rêberên Gelan Abdullah Ocelan, Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û Komalên Ciwan hatin vekirin. Ciwanan, sloganên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bi Can Bi Xwîn Em Te Re Ne Ey Serok”, Bijî Serok Apo” û “Serî Hilde” avêtin.
https://www.youtube.com/watch?v=DU-2RNYUxHs
Di merasîmê de Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Xebat Tekoşîn axivî. Ciwanan daxuyanî dan. Li ser navê ciwanan daxuyaniyê Simko Cûdî xwend.
Daxuyanî wisa ye; “Dewleta Tirk a faşîst û xwînmij ev sed sale ku polîtîkayên înkar û qirkirinê li dijî hebûna gelê kurd dimeşîne. Di vê çarçoveyê de ji bo ji holêrakirina gelê kurd bi sedan komkujiyên mîn a Dêrsîm, Geleyê Zîlan, Roboskî û Cizîra Botan pêk anîn. Bi hezaran gundên me şewitandin, bajarên me wêran kirin. Bi milyonan gelê me bi darê zorê koçberî her çar aliyên cîhanê kirin. Dewlemendî û xwezaya Kurdistanê talan û wêran kirin. Rêber Apo ku bi şoreşa vejînê û azadiyê dawî li polîtîkayên faşîst û qirkirinê anî, gelê kurd ji ser kenara mirinê vegerand pêşengtiya şoreş, jiyan û azadiyê ji bo tevahiya mirovahiyê. Rêber Apo yê ku komploya 15ê Sibatê jî li bin xist û îro şoreşa azadiyê ya gelên rojhilata navîn bi qehremantiya xwe û bi xwe fedakirinê ve polîtîka û êrîşên faşîzmê bi bin xistin, deskestiyên bê hempa û azadî xelatî gelê kurd kirin û bûn qûdsiyet û xeta sor ya gelan. Di van rojên dawî de goristan û hestiyên wan ên pîroz bûne hedefa êrîşên hovane yên artêşa Tirk ya çetewarî. Her wiha li Bakûr, Başûr û Rojava, bi taybet jî aniha li Efrîn bi hemû hêz û hovitiya xwe êrîş dike û hewl dide, mirin û koletiyê cardin li ser gelê me ferz bike.
Ji ber vê yekê, di çarçoveya hemleya “SERÎ HİLDE” ya Komalên Ciwan de li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser pîrozî û xeta me ya sor, Rêber Apo û Goristanên Şehîdên me, em weke Ciwanên ji Bakûrê Kurdistanê, Rojava û Bakûrê Sûriya serî hilda û tevlînva refên Gerîllayên azadiyê bûn.
Li ser vî esasî bila dewleta Tirk baş bizani be ku Tolhildan û Hesapxwestina me ya ji faşîzmê wê mezin be.
Ji van çiyayên azad ve em bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê û yên azadîxwaz dikin ku; ji bo azadiya Rêber Apo, tolhirtina şehîdan, parastina Efrînê ew jî serî hildin û cîhê xwe di nava refên Gerîlla de bigirin.”
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Xebat Tekoşîn, di derbarê tevlîbûna ciwanan de axifî. Tekoşîn got ku tevlîbûna ciwanan bersiva dewleta Tirk û xwestina azadiya Rêber Apo ye. Tekoşîn wiha dewam kir “Ciwan pêngava ku hatiye destpê kirin li ser wî esasî serê xwe rakirine û ciwanên Erep, Tirk û Kurd berê xwe dane çiyayên azad li hember dagirgeriya dewleta Tirk. Û demên dawî dewleta Tirk propaganda dike, dibêje kes tevlî nabe. Bi hatina van ciwanan û cîwanên din xuyaye ku propagandaya wan ên qirêj vala derketiye. Bila bibînin sedan ciwan ref bi ref berê xwe didin çiyayên azad. Û her ciwan dixwaze bibe agir, dixwaze bibe topek fîşeng û bibe bersivê dewleta Tirk” got û bang li hemû ciwanên cîhanê kir û got azadî li çiyayên azad e, azadî tevlîbûna Rêber Apo ye.
Piştî axaftina Tekoşîn, merasîm bi slogan avêtina ciwanan qediya.
https://www.youtube.com/watch?v=p1eNAwNrglc