Kîno Gabriyêl berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk a nû.
NÛÇE CIWAN- NAVENDA NÛÇEYAN- Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê du rêya malpera xwe ya fermî de ragihand ku wan Kîno Gabriyêl weke berdevkê QSD’ê yê nû ye.
Kîno Gabriyêl bijîşkê diranan e, çalakvan û muxalifekî ji pêkhateya suryanî ye.
Gabriyêl cihê xwe di damezrandina Meclisa Siryanî ya Leşkerî de girt û berdevktiya wê kir.
Herwiha yek ji damezrênerên QSD’ê ye û endamekî fermandariya giştî ye.