Yekîtiya Ciwanên Rojava bi daxuyaniyekê seferberî ragihand.
NÛÇE CIWAN- NAVENDA NÛÇEYAN- Yekîtiya Ciwanên Rojava YCR’ê di derbarê bombebarana balafirên çeteyên Tirk de daxuyaniyek nivîskî da û seferberî ragihand.
Daxuyaniya YCR’ê wiha ye:
Ji raya giştî û ragihandinê re!
Di van kêliyan de Dewleta faşîst a Tirkiye êrîş li ser gelê me û axa me li Efrînê dike. Bi balafirên şer bajêr gund, deşt û çiya bombebaran dike. Ev demekî dirêj şerê ku li Efrînê destpêbike di rojevê de ye û niha jî bû rastiya li ser erdê. Wekî Yekitiya Ciwanên Rojava me hertim parastina xak û gelê xwe ji xwe re esas girtiye. Li ser vî esasî em niha jî banga seferberiyê dikin. Divê her ciwanekî xwedî şeref û namus, xwedî cesaret û bawerî di vê demê de silah hilgire li ser milê xwe û di refên parastina Rojavayê Kurdistan de cih bigire. Dema axaftin bi dawî bû. Wana şer dixwazin, em ê şer bidin wan. Em ê xaka Rojava ji Erdoğan û Bahçelî re bikin goristan.
Heger were bîra her kesî Erdoğan di dema Kobanê de jî her roj qîr dikir, digot: „Wê Kobanê îro bikeve, sibe bikeve.“ Wan gotinan dikir, lê bi berxwedana lêhengî ya hezaran şehîdan Kobanê neket, bû sembola vîna azad a gelan. Binerin, em îro gihîştine kuderê! Gelên Bakurê Suriye dest dan hev û bi têkoşîna xwe ya hevpar, Ereb, Kurd, Suryan, Tirkmen, Ermen û Aşurî me tenê xwe neparast, lê me Dewleta Îslamî ya DAÎŞ’ê hilweşand, peytexta wê Reqa di encama ked û şehadeta sedan şervanên azadiyê ji zilm û faşîzmê rizgar bûye. Bi saya vê têkoşînê û xwîna şehîdan biratiya gelan û demokrasî li Suriye mîsoger bû.Îro carekê din hesabên qirêj dikin, lê bila her kes bizane ku ev yek ji ber neçariya xwe dikin. Erdoğan dixwaze di vê zivistanê de li dijî tevgera me encam bigire û dizane heger encam negire, wê ev buhar bibe buhara têkçûna faşîzma Tirkiye. Wê bibe buhara şoreşa gelan.
Hebûna Dewleta Tirk li ser axa Suriye ne rewa ye û wekî ciwanên Bakurê Suriye em ê hebûna wî li ser axa xwe ti carî qebûl nekin. Bila bizanin, çawa ku Kobanê bû destpêka dawiya DAÎŞ’ê ye, wê Efrîn jî bibe destpêka dawiya Erdoğan. Em ê tevahî sînor veguherînin qada şer li dijî dagirkeriyê. Li ser vî esasî em bang li tevahî ciwanên şoreşger û demokratîk dikin da ku li hemberî faşîzma Tirkiye serî hildin. Em bang li ciwanên şoreşger û demokratîk li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi taybetî dikin da ku li hemberî dîktatoriya AKP-MHP serî hildin. Her wiha em bang li tevahî ciwanên Rojava û Bakurê Suriye dikin da ku di refên parastina gel de cihê xwe bigirin, tevlî YPG û YPJ bibin, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi her awayî serî hildin!
Bijî berxwedana Efrînê!
Bijî Serok APO!
Serî Hilde, Serî Hilde, Serî Hilde!
Yekîtiya Ciwanên Rojava