Di çarçoveya seferberiya ji bo Efrînê de û di bin slogana Serî Hilde de bi sedan jinên ciwan û ciwanên herêma Cizîrê çek hilgirtin û amadebûna xwe ji bo parastina xaka Efrînê ragihandin.
NÛÇE CIWAN- Qamişlo- Ev yek di rêya daxuyaniyekê de pêk hat, endamê Rêveberiya Yekîtiya Ciwanên Rojava Harûn Kobanê vegot û bi vî rengî bû:
Dewleta Tirk ku li ser esasê faşizm û tunekirina çanda gelan hatiye avakirin, di derheqê gelek gelên Rojhilata Navîn, mîna Ermen, Ereb, Kurd, Asûr, Siryan, Kildan. Bi destpêkirina buhara gelan, ku pêşengtiya wê gelê kurd û Rêber Apo, Rêberê Netewa Demokratîk, dike, ev dewleta faşîst dînûhar buye. Bi hemû hov,tiya xwe êrîşî gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn dike. Di demên dawî de jî, êrîşên xwe li ser Rojava û gelên Sûriyê zêdekirine; Bi taybet jî, li ser Efrîna ‘dilê Rojava’.
Kobanê destnîşankir ku di şexsê Efrînê de ew tevahî Rojava û Sûriyê dikin hedef û li hember vê jî 100 ciwan û jinên ciwan ên herêma Cizîrê di çarçoveya hemleya Li Hember Faşîzmê Serî Hilde çek hilgirtin ji bo li dijî hemû şêwazên êrîşkirina dewleta Tirk bişkînin.
Di berdewama axaftina xwe de Kobanê diyar kir ku ciwanên kurd pêwîste bibin lehiya hêrs, tolhildan û azadkirina Rêber Ocelan û Kurdistanê û got ku eger ciwan bi vî rihî serî hildin û dest biavêjin çekan ewê sala 2018’an bikin sala azadiya Rêber Ocelan û Kurdistanê.
Harûn Kobanê destnîşan kir ku di şexsê Efrînê de, tevahî Sûriyê ji xwe re kirine hedef û plana dagirkirina weke plana dagirkirina Sûriyê bi nav kir û bang li tevahî ciwanên Sûriyê kir ku serî hildin, çek bigrin dest xwe û berê xwe bidin eniyên şer li dijî faşîzma Tirk.
https://www.youtube.com/watch?v=kkyosmlevbs
Kobanê herwiha bang li tevahî ciwanên Ewrupa, Rojhilata Navîn, Çepgir û Şoreşger kir ku dem dema xwedî derketina YPG û YPJ ye; Ew hêzên ku mirovahî ji çeteyên Erdogan rizgarkirin. Kobanê xwest ku hemû ciwan berê xwebidin Rojava û cihê xwe di nava refên YPG û YPJ de bigrin.
Endama Yekîtiya Ciwanên Rojava ya bajarê Qamişlo Barî Silêman diyar kir ku ew di çarçoveya pêngava Serî Hilde de çek giritne û amade ne biçin û parastina Efrînê bikin.
Ji aliyê xwe ve endamê YCR’ê yê Amûdê Kemal got ku wan serî hilda û ewê tu carî zilma dewleta Tirk qebûl nekin û heya ku ciwanek jî hebe wê dewleta Tirk Rojava dagir neke.