Hevgirtina Ciwanên Çep ên Kurd bi armanca nirxandina rewşa li Efrînê, duh rojaYekşemê 21.01.2018 civîneke awarte lidarxist û di encama civînê de daxuyaniyek da çapemeniyê.
NÛÇE CIWAN- NAVENDA NÛÇEYAN- Daxuyaniya Hevgirtina Ciwanên Çep ên Kurd diyar kir ku êrîşa dewleta Tirk a faşîst li ser Efrînê, bi erêkirina Rûsya û firotina Idlibê pêk hat. Herwiha diyar kir ku armanca dewleta Tirk dagirkirina herêmê û koçberkirina şêniyên wê ye.
Daxuyaniyê binketina tevahî êrîşan ji ber berxwedana şervanên YPG û YPJ û gelê Efrînê bibîrxist û destnîşan kir ku armanca êrîşan a sereke afirandina şerê kurd û ereb bû û ev yek dikeve xizmeta rejîma Sûriyê ya dîktator û terorîstê yekemin Erdogan, ku dixwaze her dem şer û nakokiyên olî, netewî derxîne, li Rojava û bakurê Sûriyê.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Efrîn ev çend sai in, ji rejîma Ba’as rizgar buye û gelê Efrînê xwe bi xwe rêve dibe, alîkarî dide bi zed hezaran koçber û wiha berdewam kir: Ti wateyeke van êrîşan ji bilî xizmeta berjewendiyên xerab ên Tûranitên Osmanî tune ye. Eger hêzên azadîxwaz û şoreşger in, dikarîbûn biçin herêmên ku di destê rejîmê de ne û şer li wan giran e.
Ji aliyê din ve daxuyaniyê diyar kir ku ev êrîş di demeke ku Erdogan li hemû eniyan wenda kiriye û projeya wî ya avakirina Împeratoriya Osmanî û birayên Misilman têk çuye, pêk tê. Herwiha pêşketinên kurd û serkeftinên mezin li hember rejîm û çeteyên Erdogan bidest xistin, ev hişt ku Erdogan dîn û har bibe û Efrîn bombebaran bike û destek bide çeteyan, di nav bêdengiya cîhanê de.
Di berdeamiya daxuyaniyê de hate vegotin ku armanca Erdogan parastina çeteyên xwe yên mayî ne û nîşaneya kîna wê li hember gelê kurd e û ev yek beramber girtina hêzên Ko’alisyona Navnetewî ye.
Daxuyanî wiha bi dawî bû:
Em bi navê Hevgirtina Ciwanên Çep ên Kurd êrîşên dewleta Tirk a faşîst protesto dikin. Herwiha em bang li ciwanan di hundirê welêt û derveyî welêt jî û tevahî gelê Rojava û Bakurê Sûriyê dikin bi erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî rabin û li hember daigrkerên Tirk bisekinin. Em berxwedana YPG, YPJ, QSD’ê û gelê Kurd û pêkhateyên din silav dikin û piştgiriya xwe bi wan re radighînin û di heman demê de piştgiriya xwe bi malbatên şehîdan re radighînin.
Bijî Berxwedana Gelê Kurd Li Efrînê
Bimire Dagirkeriya Erdogan û Çeteyên wî