Yekîtiya JInên Ciwan û Yekîtiya Ciwanên Rojava li kantona Kobanê bi daxuyaniyekê amadebûna xwe ya tevlîbûna berxwedana Efrînê ragihandin.
NÛÇE CIWAN- Kobanê- Daxuyaniya ku li qada Şehîd Egîd hate xwendin, 70 ciwan û jinên ciwan tê de amade bûn û destnîşan kir ku wê dîrok bi rihê Kobanê cardin dubare bibe û wê Efrîn bibe dawiya faşizma Tirk.
Wekî ciwanên Kobanê me çek û rextê xwe girêdaye û em amade ne tevlî berxwedana Efrînê bibin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku cihê ciwanên Apoçî di vê qonaxê de li gel YPG û YPJ mil bi mil şerkirin e.
Daxuyaniyê bang li hemû ciwanan dikin ku bi rihê seferberiyê werin tevlî berxwedana rumetê bibin. Dem ne dema bêdengiyê ye. Çawa ciwanên Apocî li Bakur tirsek mezin xistibe dilê faşîst û dagirkeran gerek li Efrînê jî ji bo dijmin bibe tirs û xofek mezin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: Hemû ciwanên Apocî yê Kurdistanê ev demek e derbasî hamleya SERÎ HILDE bûye. Pêl bi pêl ev hamle mezin dibe. Hedefek esasî jî hilweşandina Dewleta Tirk e. Çi li Efrînê çi jî li seranserê Rojava û Kurdistanê Dewleta Tirk a faşîst wê bibe hedefa me. Li hemberî her erîşa dewleta Tirk em ê bi awayekî hişk bersivê bidin. Sonda me ji hemû gelê me re çawa şervanên azadiyê nehiştin Kobanê bikeve wê Efrînê jî nekeve. Efrîn gerek bibe dawiya Dewleta Tirk a faşîst û Erdogan.
Em berxwedana Efrìnê bi dil û can slav dikin. Efrîn niha li bendî şopdarên ARÎN û GELHATan e.
Bijî berxwedana Efrînê
Bimre faşîzma Dewleta Tirk
Bijî Serok Apo