Malpera ROJ NEWS ku ji ber belavkirina nûçeyên hovîtiya dewleta Tirk a li Efrînê li dijî sivîlan dimeşîne rû bi ruyê êrîşa sîber hatibû, vebû.
NÛÇE CIWAN- NAVENDA NÛÇEYAN- Malpera ajansa ROJ NEWS’ê ya înternetê îro sa’et derdora 11.00’an de bi êrîşek sîber re rû bi rû ma û di encama vê êrîşê de weşana wê sekinî. Lewma heta ku
pirsgirêkên teknîkî hatin çareserkirin, nekarî bi riya malperê xizmeta abone û şopdarên xwe bikin. Lê bi rê û rêbazên din hewldan ku geşedanan ji aboneyên xwe û raya giştî re ragihînin.
Di encama mudaxelekirina teknîkî de malper careke din hatiye aktîfkirin û weşana xwe didomîne. Ji ber kêmasiyên ku derketine em ji abone û şopdarên xwe lêborînê dixwazin.