Koordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji bo berxwedana Efrînê daxuyaniyek da çapemeniyê.
NÛÇE CIWAN- QAMIŞLO- Daxuyaniya ku li navenda Koordînasyonê ya bajarê Qamişlo hate xwendin, bal kişand li ser berxwedana şervanên YPG û YPJ li herêma Efrînê û weke lehengî bi nav kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku armanca dewleta dagirker a Tirk dixwaze bi vê yekê, vîn, nasname û çanda gelê kurd qir bike û bi sedan sal in tu tiştekî din ji vê dewleta faşîst hêvî nekirin e û wiha berdewam kir: Şerê li Rojava li hemberî DAIŞ’ê hate meşandin, li hemberî dewleta Tirk bû. Me berê zanîbû ji bo ku DAÎŞ’ê ji tunebunê xilas bike, wê her tiştî bike. Çawa ku dayikek ji bo parastina zarokê xwe her tişt dike, wê Erdoğan ji bo parastina DAÎŞ’ê jî çi ji destê wî were bike, ji ber ku DAÎŞ’ê bi xwe zarokê wî ye.
Daxuyaniyê helwesta hêzên navdewletî bibîrxist û got: Bi taybetî Rûsya ji bo me ne tiştek nû ye. Em ji zû ve fêrbûne ku em bi hêza xwe bawer bin û pişta xwe nedin ti hêzekî din. Ji ber vê yekê di vî şerî de bêdengiya qada navnetewî û hevkariya Rûsya bi Tirkiye re wê di dema pêş de ji wan re bibe şermekî herî mezin. Em ê ji xwe berxwe bidin, hêzekî din hebe, nebe ji bo me ne esas e, ji ber ku em bi hêza xwe ya YPG û YPJ serbilind in û bi bawer in.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku ev êrîş li hember projeya Federasyona Bakurê Sûriyê ye û li dijî çar parçeyên Kurdistanê ye; Ji ber vê jî helwesta zelal li dijî dagirkeriyê û ji bo Kurdistana azad ji hemû hêzên kurdî û gelê me li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat tê xwestin. Dema rabûnê hatiye ku em li herderê dest bidin hev û xwe bikin yek.
Daxuyanî wiha berdewam kir: Di vê demê de gelê Başur li dijî hemu baregehên Tirkiye li ser axa Başur rabe serhildanê, gelê me yê Bakur carekê din wekî di dema Kobanê de ti saziyekê dewletê li ser xwe nehêle, gelê me yê Rojhilat biherike ser kolanan û ciwanên me yên Rojava tevlî seferberiya şer bibin: Ew çax em ê di dema herî nêz de çavên xwe di nava Kurdistanekê azad vekin. Kurdistanekî ku sînorên di navbera parçeyan de namînin, Kurdistanekê ku Amed, Mahabad, Hewler û Qamişlo di nava xwe de dihewîne. Ev şehîdên me yên sed salan em di şexsê şehîdên Efrînê de bi rêzdariya herî mezin bibîrtînin. Xewn û xeyala wan ev Kurdistana azad bû û em ê di şopa wan de xewn û xeyalên wan bidin jiyankirin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li ciwanan hate kirin ku tevlî seferberiya netewî bibin û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk serî hildin.
Şehîd namirin!
Bijî berxwedana Efrînê!
Bijî Kurdistana Azad!
Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistan