50 Ciwanên PYD’ê Çek hildan û ji bo çuyîna Efrînê amadebûna xwe ragihandin.
Nûçe Ciwan- Rimêlan- Endamê Rêveberiya Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Mistefa Mihemed di daxuyaniya xwe ya li bajarê Rimêlan de destnîşan kirin ku ev êrîşên ku li ser Rojava tên, ne tenê li ser gelê kurd, lê bi ser tevahî gelên herêmê û şoreşa gelan de ye û wiha berdewam kir:
Dewleta Tirk a ku çavkaniya faşizm û terorê ye, dixwaze şoreşa gelan têk bibe, di şexsê kesayeta kurd de û di şexsê Rêber Apo de.
Mihemed bibîrxist ku dewleta Tirk a dagirker her dem destek dida çeteyên DAIŞ’ê, Cebhet El- Nusraî Ehrar El-Şam û hêzên terorîst ên di hundir û derveyî Sûriyê de.
Di derbarê êrîşa dawî ya çeteyên Tirk li ser Efrînê wiha anî ziman: Erdogan dîsa bi destê xwe yê qirêj êrîşî Efrînê dike. Dixwaze bi vê êrîşê îradeya gelê kurd, ereb, Suryan, tirkmen û gelên azadîxwaz bide şikandin.
https://youtu.be/B-0TZfC0JCI
Di derbarê helwesta ciwanên PYD’ê de Mihemed got ku ew di çarçoveya pêngava Serî Hilde de, weke ciwanên Apoçî ewê bibin bersiv ji xwîna şehîdan û keda Rêber Ocelan re û xeleka ji agir li derdor Efrînê û wiha berdewam kir:
Kes nikare bikeve Efrînê. Çi kesê ku nêzî Efrînê bibe wê di nava agir de bişewite.
Di daxuyaniyê de bang li ciwanan hate kirin ku xwe bi îdeolojî û çek û rext bikin û li hember dewleta Tirk Serî Hildin.
Daxuyanî bi sloganên Li dijî dagirkerî û faşîzma Tirk Serî Hilde.
Hêjayî gotinê ye ku heya niha bi sedan ciwan li ser banga Seferberiyê çek rakirine û amade ne biçin Efrînê ji çeteyan biparêzin.