Li Minbicê bi pêşengtiya TEV-DEM û YCR, bi hezaran kes daketin kolanan û dagirkeriya Dewleta Tirk bi meşekê protesto kirin.
MINBIC – NÛÇE CIWAN
Bi hezaran kes bi armanca protestokirina dagirkeriya Dewleta Tirk a li ser Efrînê daketin kolanan. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Saziyên Civaka Sivîl tevî hezaran kes tevlî meşê bûn. Çalakvanên meşê bi sloganên ‘’Bijî Berxwedana Efrînê’’ berxwedaniya Efrînê silav kirin.
Herwiha çalakvanan sloganên ‘’DAIŞ û Devleta Tirk yek in’’ avêtin. Piştre meş veguherî mîtîngeke mezin û daxuyaniyek hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat Gotin ku ‘’Çawa ku Bakurê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ hat paqij kirin, wê bi şoreşa yekîtiya gelan ji çeteyên Tirk jî were paqijkirin. ‘’
Çalakî bi sloganên slav kirina Berxwedana Efrin’ê bi dawî bû.
https://www.youtube.com/watch?v=m56_TozrDjM&feature=youtu.be