Li navçeya Daqûqê ya Kerkûkê, danê sibehê wesayîteke bombebarkirî li nêzî Goristana Xidir Elyas hate teqandin.
NAVENDA NÛÇEYAN- NÛÇE CIWAN
Rayedarên Wezareta Karên Hundir a Iraqê ragihandin ku agahiyeke zelal negihîştiye ber destê wan ku kesî jiyana xwe ji dest daye, ya jî birîndar bûye.
Hê zelal nebû bê êrîş ji aliyê kê ve hate kirin.