Li gundê Hemamê 250 çeteyên Mertala Firatê xwe radestkirin.
NÛÇE CIWAN- Efrînê- Berxwedana Serdemê ya şervanên QSD’ê li hember çeteyên Tirk her ku diçe bilindtir dibe.
Çeteyên ku derbên giran dixwin êdî tirsiyane û di navbera wan de nakokî zêdebûne.
Dûvikên çeteyan piştî ku derbasî sînorê gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê hatin kirin, çeteyên artêşa Tirk dîwar li wan girtin.
Di encama pîskolojiya xerab a çeteyan de, 250 çeteyên Mertala Firatê xwe radestî şervanên QSD’ê kirin.
Li aliyê din li gundê Îska ya Şêrawa grûpek çete xwe radestî şervanên QSD’ê kirin.