Şengaliyan bertek nîşanî êrîşên Efrînê dan û wiha gotin: “Bila komkujiya li ser Êzidiyan bê bîra we. Divê kes bêdeng nemîne. Ger em bêdeng bimînin, dê piştî Efrînê dor bê me tevan û 4 paraçeyên Kurdistanê. Bila Erdogan baş zanibe Efrîn ne bi tenê ye.”
HABER MERKEZİ – NÛÇE CIWAN
Şerê li ser gelê Efrînê di roja 7’emîn de berdewam dike. Êzidiyên li Şengalê dijîn li dijî şerê li ser Efrînê hêrs û bertekên xwe bi Ajansa Mezopotamya (MA) re parvekirin û êrîşên TSK’ê û komên OSO yên li ser Efrînê şermezar kirin.
‘KUŞTINA SIVÎLAN RÊBAZA DAIŞ’Ê YE’
Endama Rêveberiya Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê Nehla Yusif, bal kişand ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya li Kobanê û wiha axivî: “Dê li Efrînê jî heman têkoşîn bê maşandin. Divê hemû cîhan li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê dengê xwe bilind bikin. Em Êzidiyên Şengalê êrîşen ser Efrînê şermezar dikin. Bila kes nefikire ku Efrîn bi tenê ye. Di komkujiya DAIŞ’ê ya di 3’yê Tebaxa 2014’an de çawan ku gelê Rojava hat alîkariya me, em ê jî mîna gelê Şengalê li gel, gelê Efrînê ne. Çawan ku Kobanê û Şengal bi ser keftin, Efrîn jî dê wisan bi ser bikeve. Di êrîşan jin û zarok tên kuştin. Jin û zarok qetilkirin karê DAIŞ’ê ye. Ev rêbazên DAIŞ’ê ne. Divê hemû cîhan li dijî Erdogan derbikevin.”
‘DIXWAZIN KURDAN, GELAN Û BAWERIYAN TUNE BIKIN’
Yek ji alîkarên Hevseroka Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê Kurdê Elî Ezîz jî, anî ziman ku Tirkiye dixwaze bi êrîşên li ser Efrînê, şer li hemû axa kurdan belav bike û wiha got: “Di armanca van êrîşan de gelê kurd, hemû gel û bawerî hene. Em Erdoganê kujer baş dinasin. Ji xwe wî ferma êrîşên hovîtiya li ser Efrînê dane. Divê kes vê rewşa li Efrînê temaşe neke û bertek nîşan bide. Ger îro li Efrînê vê yekê dibin, dê sibe li Şengalê jî bikin. Ev tenê ne pirsgirêka Şengal û Efrînê ye. Ev pirsgirêka 4 parçeyên Kurdistanê ye. Di armanca van hemû êrîşan de kurd û daxwazên wê yên azadiyê hene. Ji ber vê yekê divê civaka Êzidî û gelê kurd bi lezgînî bertek nîşan bidin.”
‘KUŞTINA JIN Û ZAROKAN DI EXLAQÊ DE NÎNE’
Endama Saziya Ziman û Perwerdê ya Şengalê (ZEPEŞ) mamoste Riham Hesen jî, bal kişand ser qetilkirina jin û zarokan û wiha axivî: “Di tu bawerî û exlaqî de kuştina jin û zarokan tuneye. Ev êrîş ji dervehî mirovahiyê ne. Ez hemû kesên li hemberî Erdogan bê deng dimînin şermezar dikim. Em ji Şengalê serkeftin û silavên xwe ji gelê Erînê re dişînin. Îro li cîhanê hemû kes li ser pîyane. Tu ferqa Efrîn û Şengalê tuneye. Em tim gel Efrîniyane.”
‘ÊRÎŞA LI SER EFRÎNÊ DAIŞ ANÎ BÎRA ME’
Endamê Partiya Azad û Demokratîk a Êzidiyan (PADE) Şêrzat Şemo jî, diyar kir ku êrîşa li ser Efrînê, li ser hemû mirovahiyê ye û wiha axivî: “Êrîşên li ser Efrînê DAIŞ anî bîra me. Bi deh hezeran koçber ji ber ewlekariyê xwe li Efrînê girtin. Li niha dewleta tirk dixwaze vê erdnîgariya aştiyane veguhertine qada şer. Em dirûtî û bê deng mayîna hemû dewletan şermezar dikin. Tu ferqa dewleta Tirk a ji DAIŞ’ê tuneye. Dê Efrîn ji bo Tirkiyeyê binkeftin be.”
‘DAÎŞ QEDIYA NIHA DÛRA DEWLETA TIRKE’
Hevserokê Meclîsa Sînûnê Xwedêda Elyas jî, destnîşan kir ku ew hemû dewletên navneteweyî yên li dijî êrîşên li ser Efrînê bêdeng dimîn in şermezar dike û wiha got: “Ez êrîşên dewleta tirk şermezar dikim. Dewleta Tirk bi hemû hêza xwe gelê Efrînê bombebaran dike û sivîlan qetil dike. Em bi canê xwe, bi xwîna û bi malê xwe li gel gelê Efrînê ne. Gava DAIŞ’Ê gel qetil dikirin, gelo dewleta Tirk li ku derê bû? Îro DAIŞ qediya niha ew êrîşî gelê me dike. Teqez bila Erdogan nefikire ku Efrîn bi tenê ye. Şengal û hemû kurdistanî ligel, gelê Efrînê ne.”