Jinên ciwanên PYD di derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrîn’ê daxuyaniyek dan.
QAMIŞLO – NÛÇE CIWAN
Jinên ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrîn’ê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de, “Em wekî jinên ciwanên PYD şopdarî xeta Arîn û Awesta ne” hat gotin.
Daxuyanî wiha ye:
“Di serî de wekî jinên ciwan em dagirkerîya devleta AKP li ser Rojava û Efrîn şermezar dikin. Ev êrîş li ser îradeya hemû gelan e. Li hemû pêkhateyan ne tenî gelî Kurd li hemberî sîstema federal li hember xeta azadîyê û demokrasîyê disekine. Disa di Efrîn’ê de jinên azadîxwaz bi fedayê nîzê şerîxwe bû. Bi canî xwe çava Kobanî Arîn îro li Efrînê Awesta bi hezaran vekî van wê derbikevin. Bi canê xwe û xwîna xwe wê Efrîn’ ê biparîzin. Em jî hemû hêzîn navnetewe re dibêjin êdî bû hûn helwestê xwe bidin diyar bikin. Îro zarok, jin, ciwan cîhên pîroz û dîrokî li ser destê faşist Erdoxan tê qetilkirin û xera kirin. Em wekî jinên ciwanên PYD şopdarî xeta Arîn û Awesta ne. Nikarin vîna gelê şoreşger bişkînin. Hemû devletên destek dane Erdogan Îran ,Rus , Rejîma Surîye emî bi berxwedanêya YPG, YPJ , QSD ya dîrokî bi berxwedanîya Serdemî em ê biserkevin.”
VİDEO: