Yekîtiya Ciwanên Rojava(YCR) û Yêkîtiya Jinên Ciwan(YJC) Ji bo Efrin’ê daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyani yê da ‘’ Em wek ciwanên Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Suriyê ciwanên ku li Efrînê re silav dişînin û soz didin ku her ki destê xwe dirêjî ax û welatê me bike eme wî destî ji binî de jêbikin’’ hate gotin.
Berdewamiya daxuyani wisaye ;
NAWENDA NÛÇEYAN- ‘’Dem dema ne seknandinê ye, dem dema serhildanê ye. Pêwîste her ciwanekî li her derê bi rihe berxwedana Kobanî xwedî li Efrînê derbikeve.
Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane êrîşî gelê me li Efrînê dike. Bi teyareyên şer, top û tankan li gelê me dixin. Hikumeta Erdoğan a faşîst dixwaze vîna şoreşa me bişkîne, çi ji destê wî tê dike ji bo ku me bikuje, talanbike û tunebike. medeniy be, şervan be ji bo wan ne muhîm e. Ji ber vê yekê bajar û gundan dane ber topan.
Efrîn dilê Rojava ye. Gelê Efrînê di çil salên zêdetir de gellek ked û xwîn di vê şoreşê de da. Gelê Efrînê cihekê xwe yê xuya di dîroka têkoşîna me de heye û niha jî bi berxwadana xwe ya herî pîroz navê xwe bi tîpên zêrîn di pelên dîrokê de daye nivîsandin. Ji 20’ê mehê ve ruxme ku dewleta Tirk a dagirker hemu derfetên xwe ji bo vî şerî seferber kiriye, bi hezaran leşkerên xwe û bi dehhezaran çeteyên xwe ji bo dagirkirina Efrînê anî ber sînor. Şervanên QSD, YPG û YPJ, gelê me yê qehreman ji her aliyê ve di bin êrîşa herî giran de ne, lê bi serfirazî û lêhengî gund û warên xwe diparêzin, her êrîşekî dagirkeran dişkînin. Çawa ku me li dijî DAÎŞ’ê berxweda û Bakurê Suriye ji wan re bû goristan, wê berxwedana gelê Efrînê jî ji Erdoğan û çeteyên wî re bibe goristan.
Em ciwanên ku 17 roje li Efrînê berxwe didin silav dikin. Ciwanên Başûrê Kurdistanê û Şengalê ji bo Efrînê dimeşin Rojavayê Kurdistanê. Daxwaziya van ciwana netewbuna Kurd pêşbixin û piştgiriya Efrînê bikin. Lê belê Kurdên xwe firoştî bi êrîşekî hovane xwestin vê meşê belavbikin. Ciwan tu carî nasnekir û her tim ji bo hedef û armancên xwe wan astengiyan derbaskirin. Ev berxwedana wan ji bo gel bû bersivekî xurt.
Em wek ciwanên Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Suriyê ciwanên ku li Efrînê re silav dişînin û soz didin ku her ki destê xwe dirêjî ax û welatê me bike eme wî destî ji binî de jêbikin’’