Endamê Koordinasyona Komalên Jinên Ciwan Jiyan Koçer ji bo berxwedaniya Efrin’ê nirxandin kir. Di nirxandina xwe da ‘Baweriya xwe bixwe bîne û heta dawî jî ber xwe bide. Vê berxwedanê emê teqez bigihînin zaferê, teqez bigihînin serkeftinê.’’ got.
Berdewamiya nirxandin wisaye;
NAVENDA NÛÇEYAN- Di serî de em hevalên ku çeperên şer de canê xwe feda kirin, bûn sedekî beramberî êrîşên hovane yê ku çeteyên Erdoxan dikin, canê xwe kirin qurban û şitla azadiyê axa Kurdistanê de çandin em hemûyan bi minetdarî bîr tînin û hevalên ku di çeperan da şer dikin em hemûyan slav dikin. Ev şerê ku îro li ser Efrînê tê meşandin, şerekî destana serdemê ku binav kirine, bêgûman qedera gelê Kurd, qedera Rojhelata Navîn diyar dike. Ji ber ku ew êrîşê li ser Efrînê, êrîşê ser Rojhelata Navîn e, êrîşê ser îrada azad ya ku dixwaze hemberî dagirkeriya netew-dewlet , hemberî qapîtalîzmê, hemberî faşîzmê şer bike ye, ew şer ser wê esasî pêk tê. Ji bo wê jî dewleta Tirk ya faşîst, Erdoxan û çetê xwe yê hovane ew êrîşê ku dikin dawiya xwe tînin , dawiya Erdoxan tînin.
Erdoxan beri jî xwe ceriband u êrîşê ku li ser Rojavayê Kurdistanê ew çend sale dike, jî ser Kobanê bi şêwazek ewqas hovane êrîş kir ema me hemûyan dîtin ku çawa şkest û binket. Îradeyek azad bi beramberê wê re serî rakirinekê beramberî wan êrîşan gihişt asta serkeftinê û zaferê. Ji bo wê jî êrîşê duyemîn yê ku naha dixwaze careke din şexsê Efrîn de pêk bîne, esasinda ji niha ve binketiye. Ji ber ku gelê me yê Efrînê, şervanên azadîyê YPG,YPJ, QSD li wan çeperan de berxwe didin, hemberê hemû êrîşên hovane yê ku bi teknîka xwe ya pêşketî dixwaze bike rûxmê wê jî nikare bihostekî axa Efrînê bigre. Destpêka de serkeftin pêk hatîye jixwe, gerek em vêya ji niha ve bînin ser ziman. Ji ber ku li hemû cihanê li tu derekî gelekê bi serê xwe, îrada xwe bi îmkanên xwe yên basit hemberî rewşek wiha şer bike nehatiye jiyankirin u nayê jiyankirin jî. Em bi fikrê azad, fikr û felsefeya Rêber Apo hatine rêxistin kirin, hatine perwerde kirin. Gelê me li ser vê esasê girêdan bûna xwe pêş dixe. Em dibînin zarokên temenni wan 2-3 salî, dayîk û bavên emrê wan 70 salî tên kuştin, tên qetil kirin. Ev çandekî bê ehlaqtiyekî asta herî jor de ye. Yanê di şexsê çeteyên Erdoxan de hemberî mirovahî yê tê jiyan kirin. Ema em vêya jî bêjin, ew êrîş dibe ku milê çetê Erdoxan de tê kirin, ema yê ku piştgiri ya wê dike evana ji wan zêdetir faşist in. Yanê evana zêdetir bê exlaq in. Îro Eger dewlet û dinya alem hemû van êrîşan dibinin, dengê xwe nakin refleksekî hemberî wê peşkeş nakdin, eger nerazîbûnekî hemberî vê diyar nakin ew jî şirîkê wê êrîşê ne, ew jî beşekî wêya ne. Ji bo wê bangawazîya me eve heval; em şexsê îxaneta ku ya Rusya hemberî gelê Kurd berê jî kiri bû, di şexsê Efrînê de dubare tê jiyan kirin. Emê wekî gelê Kurd îrada xwe xurt bikin, emê yekîtiya xwe xurt bikin, emê baweriya xwe bixwe bînin, emê bendewarê tu kesan nebin.
https://www.youtube.com/watch?v=MsJyctCedY0&feature=youtu.be
Ciwanên Kurd, jinên ciwan, gelê me yê qehreman gerekî Serî Hilde hemberî ev faşîzma ku heye. Baweriya xwe bixwe bîne û heta dawî jî ber xwe bide. Vê berxwedanê emê teqez bigihînin zaferê, teqez bigihînin serkeftinê. Ji bo wê jî destkeftîyê ku îro destê gelê me de ye, pêşketinên ku îro li ser axa Kurdistanê tê jiyan kirin ew ê bibê malekî hemu Rojhelata Navînê, bibe mîrasek ji nû ve vejîna mirovahîyê, vejîna îrada însanê azad. Ser wê esasê em jî wiha dibîjin; eger îro dewleta Tirk gihîştibe rewşek wiha di hemû aliyan de hovane , çavkur u çavsor êrîşi xaka me dike. Bila bizanibin ev ji wan re wisa namîne. Em wisa bêdeng nasekinin li hemberî wan êrîşan.
Her ciwanekî Kurd, her jinekî ciwan wekî mertalekî fedaî li hemberî wan bê teredût, li her sanîyêda ama di dilê faşîzmê de xwe bike çar parçe her parçeyekî de jî faşîzmê ji kokê ve hilgirin. Ev helwest di şexsê Avestayan û Arînan de îro tê jiyan kirin. Bila bizanibin li ser xaka Kurdistanê bi hezaran Avesta hene, bi mîlyonan Arîn hene. Em tu cara rê nadin dewletek faşist û çeteyên Erdoxan ser axa me qirkirinê û qetlîama pêk bînin. Emê Muhaqak tola wan hilgirin, emê heta dawî di rêya wan Şehîdan de dewam bikin.
Ew êrîşên ku îro li ser xaka Rojavayê Kurdistan tê jiyan kirin em bejin yanê ji êrîşên li ser Sûrê ne dûre, ji êrîşên li ser Cizîrê ne dûre, ji êrîşên îro PDK, em partî pênase bikin, li ser ciwanên me, jinên ciwan yên ku çalakiyên ji bo piştgiriyên Efrînê bikin ji hevdû ne qûte. Êrîşên ku faşîzma İran ê ser Kirmanşah û Merîvan û Sine dike ji hevdû ne qût e. Ewan hemû bi hev û dû re girîdayê ne. Bila bizanibin ciwanên Kurd êdî ne ew ciwanên berê ne. Jina ciwan asta azad, asta zanebûnî de pêngavek mezin avêtiye. Muhaqak gihiştina riya azadiyê nêzîk e, em îro wêya ji nêz ve de dibînin. Ji bo ku em bikaribin wêya bikin tecrûbeyekî ji bo hemû dinya, şexsê şervanên azadiyê YPG û YPJ ê de ew tê jiyan kirin îro. Ji bo wê jî em jî li wê derê hemû şervanên azadiyê slav dikin. Bila bizanibin Gerilayên azadiyê li pişta wan, her kêliyê de amadene ji bo di nav wan çeperan da cih bigrin. Cepheye ku îro di şexsê Erdoxan de agirê em pê dixin emê faşîzmê tune bikin û em hemû ji bo wê amade ne..
hemû hevalan slav dikim.
LÎNKA ALTERNATÎF