Dûyemîn mesaj enternasyonal ji bo azadiya Rêberê gelan Abdullah Öcalan îro li bajarê Lûxembûrgê bi tevlîbûna 200 kesan dest pê kir. Enternasyonalîstan ji 17 welatên cûda hatin cem hev ji bo ku êrîşên li ser Efrînê şermezar bikin.
LUXEMBURG – Ji 17 welatên cûda 200 enternasyonalîst li peytexta Lûxembûrgê bi dirûşmeya “Azadî ji Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re, Na ji êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê” dest bi meşa dirêj ya enternasyonalîstan kirin. Berî ku destpê bikin nîvro li ber ber Dîwana Edaletê ya Ewropayê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. Daxuyanî de li ser navê welatên Îskandinavya temsîlkarên Swêd, Espanya, Elmanya, Portegîz, Fransa, Arjantîn axaftinên kin hatin çêkirin. Di gotinên xwe de enternasyonalîst azadiya Rêber APO xwestin û eşkere êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Bi giştî ji Arjantîn, Spanya, Portegîz, Swêd, Danîmarka, Hollanda, Elmanya, Fransa, Belçîka tevlîbûn çêbû.Çalakvan wê heya 10ê mehê bigihijîn Metzê û ji vî derê wê bi otobosan biçin bajarê Swîsre Lozanê. Li Lozanê jî wê bi baska Ciwanên Azad û baska PYD bimeşin heya Cenevre.