Mamosta û xwendevên Seretayî,Navîn,Amadeyî û Akademiya Ş.Ferhat Kurtay bi alên Rêbertî û posterên YPG-YPJ ê û afîşên ‘Efrîn Ne Bi Tenê Ye’ û bi çiqên darên Zeytunan ji dibistanên xwe heya berbi NÇHM(Navenda Çand û Hunera Mexmûr) meşîyan.
MAXMUR- Li wargeha Şehîd Rustem Cûdî bi pêşentiya giştî qada Perwerdê bi meşek girseyî li Navenda Çand û Hunerê a Mexmûrê girse li wir kombû û daxuyanî ji bo raya giştî hat dayîn.
Li ser navê Qada Perwerdê ji aliyê Mamosta Îshak KARA ve daxûyanî hat xwendin,di daxûyaniyê de wiha anî ziman:
Îro 25. roja şerê li diji dagirkeriyê ye ku gelê Efrîn ê ji zarok heta kal û pîran,ji ciwan heya jinan ,ji YPG-YPJ’ê heya QSD’ê li hember tang- top û balefirên artêşa dagirker ya tirk û çeteyên wê berxwedaniyek dîrokî dimeşinîn. Her ferdekî Gelê Kurd û hemû Cîhan wê yekê baş dizane ku artêşa dagirker vê dagirkeriyê bi balefirên DYE û tangên Almanya dimeşîne. Di hewildana dagirkirna Efrîn ê de li hevkirninekî giştî hêzên navdewleti heya ku hewildidin bi destê dewleta tirk ya faşist,di keseyeta şoreşa Rojava de pêşî li konfederalizma Demokratik ya rojhilata Navîn bigre.îro li pêş çavê tevahi cihanê ,ji ber êrîşên bê eman yên dagirkeran u çeteyên bela serê mirovahiyê, ji seretayi heya amadeyî qasî 300 dibistan hatine girtin,perwerde sekinîne,40 hezar zarokên Efrînê ji perwerdê bê par hatine hiştin.Di şerê ku heya kêliya vê daxuyaniyê de jî bi hemû dijwariya xwe didome,bi qasî 26 xwendevan hatine Şehîd kirin û ji 40î zêdetir xwendekar jî birîndar bûne.Ev şer şerê li dij neyaran,yê ji bo çarenusa tevahî Kurd û Kurdistanê û gelên herêmê ye.Di gel tevahî beruvajî kirinên medya ya tirk jî dagirker li xakên Efrînê darbeyên giran dixun û rastî lehengên bê hempa tên.
Di hema demê de KARA 19. salvegera Koploya Navdewletî bi bîr anî û got:
”Ewên duh di dîlgirtina Rêbertiya mede xwedî para sereke bûn,iro ji di êriş u hewildana qirkirina li ser Efrînê de xwedi heman parîne lewra em li vir bang li tevahî dagirkeran dikin û dibêjîn; ‘Di serî de li Efrinê li kuderê din dibe bila bibe,hewildanên we yên qirkirina Kurdan vala ye. Şerê li dij-Kurd berhema wêye,hûn berpirsê vê şerîne,lê di vî şerÎ de Kurd heya ku serkeftinê misoger nekin wê ranewestin.
Her wiha KARA: Em weke tevahî xwendekar û mamostayên qada perwerdê ya wargeha Şehîd Rûstem Cûdî,bi bîr û baweriya xwe yê kû wê berxwedêr bi misogerî serbikevin,careke din bi hemû awayî piştgiriya xwe ji bo berxwedana Serdemê dubare dikin. Bi vê boneyê em weke xwendekar û endamên qada perwerdê ji bo her xwendekar û endamekî perwedreya Efrînê bi armanca piştgiriyê kampanya name nivisinê didin despêkirin. Ji her derê welat û ji qadên cur be cur yên cihanê beşdarvanên leheng yên vê berxwedanê ku vîn u biryardariya xwe ji Rêberê gelan Rêber Apo werdigrin bi dil û can silav dikin li pêşberî Şehîdên berxwedana Serdemê yê pîroz careke din bejna xwe ditewînîn di dawiyede bi siloganên biji serok Apo biji Berxwedana Efrinê jibo berxwedana Efrine serihilde biji Berxwedana YPG û YPJ ê,”