Li Efrînê 28 şehîdên Berxwedana Serdemê di dilan de hatin spartin.
Nûçe Ciwan- Efrîn- Bi hezaran ciwan û şêniyên Efrînê 28 şehîdên Berxwedana Serdemê bi merasîmeke bi heybet spartin dilên xwe.
Ciwanên Efrînê û şêniyên wê, di nava sloganên Bijî Berxwedana Efrînê û Şehîd Namirin de cenazeyên pakrewanan ji nexweşxaneya Avrîn girtin û berê xwe dan goristana şehîd Avêsta Xabûr a li navenda Efrînê.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin li ser rihê şehîdên azadiyê destpêkir.
piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ‘Hêvî Reşîd’ axaftin pêk hatin.
Di axaftinan de bal hate kişandin li ser komploya li hember Efrînê û rola şeîhdan di avakirina civak û jiyana azad de hate vegotin.
Paşê sicilê şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.
Piştre ciwan û şêniyên Efrînê cenaze danîn ser milan û ber bi rawestgeha xwe ya dawî ve şehîd spartin axê û dilê xwe.
Hêjayî gotinê ye ku şervanên YPG û YPJ ev 30 roj in, Berxwedaniyeke serdemî li hember çeteyên artêşa dagirker nîşan didin.