Ciwanên Mexmûrê bi armanca piştgirîdayîna berxwedana Efrînê navê Efrînê bi ronahiyên renga reng li ser bilindahiya çiyayê Qerecoxê nivîsîn.
QAMIŞLO- Gelê Mexmûrê ku di her qadek de piştgiriyê dide berxwedana Efrînê çalakiyên cûrbecûr yên hunerî jî ji bo Efrînê lidar dixin. Ciwanên Mexmûrê di saetên dereng yê şevê de navê Efrînê bi tîpên mezin li ser çiyayê Qerecoxê nivîsîn.
Ciwanan bi ronahiyên Kesk, Sor, Zer û Şîn navê Efrînê li ser çiyayê Qerecoxê nivîsîn û û vekirina stranên li ser berxwedana Efrînê bala gelê wargehê kişandin ser çalakiya hunerî.