QSD‘ê bi daxuyeniyekê bîlançoya şerê û êrîşên li ser Efrînê yên ji destpêkê ve, her wiha encamên 20 rojên dawî ji Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk de hatibû belavkirin de, ev tişt hatin gotin:
“Artêşa Tirk a dagirker û terorîstên wê (Cebhet El-Nusra/DAIŞ) di dîroka 20‘ê Çileya 2018‘an de saet 5‘ê ber êvarî êrîşî Efrînê kirin. Bîlançoya êrîşên ku ji wê rojê heta niha pêk hatiye wiha ye:
1-Şehîdên hêzên me ya leşkerî: Di berxwedaniyên lehengî de û şerê rû bi rû bi dagirkeran û terorîstan re, 177 şervanên me gihiştin şehadetê û bi merasîmên bi heybet hatin definkirin.
2-Kuştiyên dijmin: Di şer û çalakiyên me yên me yên bi bandor e de, hate tekezkirin ku hezar û 219 ji leşkerên dijmin û terorîst hatin kuştin. Ev hejmar ji aliyê hêzên me ve hate tesbîtkirin ku termên wan li erdê hatin dîtin.
3-Êrîşên hewayî: Dagirkeriya Tirkiyê 793 êrîşên hawayî li ser herêmên sivîlan, binsazî, stasyonên avê, dibistan û medcene pêk anîn.
4-Êrîşên bi balafiran: Hêzên dagirker 17 êrîşên bi balafirên amûdî li dijî herêmên sivîlan û binsaziyê pêk anîn.
5-Êrîşên bi çekên giran: Dagirkeriya Tirkiyê û terorîstên wê 2 hezar û 785 êrîşên bi çekên giran bê serûber pêk anîn, ji wan êrîşên bi top û tankan.
6-Şerên rû bi rû: Di navbera hêzên me û dagirkeriya Tirkiyê û terorîstan de 542 şer rû da, encamên van şeran hate diyarkirin. Dîsa jî 134 şer ku encamên wê ne diyar bû rû da.
7-Xistina balafiran: Ji destpêka êrîşên dijmin ve hêzên me du balafirên wan xistin yek Kobra û yek Skorskîk ku 11 leşkerên Tirk di nav de fermandar jî lê siwar bibûn, xistin. Her wiha hêzên me du balafirên keşfê yek Doran û yek Bîrqeda (Wêneya Erdogan dema li ser îmze dike diyar bû) anîn xwarê.
8-Rûxandina Panzêran: 66 panzêr di nav de tank û erebeyên leşkerî hebûn hatin rûxandin, di nav de 17 hatin bê bandorkirin.
Dêrazor: Pêngava Bagera Cizîrê
Şer: Ji beriya zêdeyî 20 rojan ve, di navbera şervanên me û terorîstên DAIŞ‘ê de li gundê El-Behra şer rû de, di encamê de şervanên me gund rizgar kirin.
Kuştiyên terorîstan: Di encamên şerê ku 20 rojan li gundê El-Behra rû da de, şervanên me hezar û 776 terorîst kuştin.
16 topên hawnê, 17 erebeyên bombekirî, 8 çekên doçka, 14 erebeyên doçka li ser, 24 tirks, 3 bargehên bombekirina erebeyan, 2 panzêr, 5 balafirên keşfê, 7 motosêklêtên barkirina cebilxaneyan, 1 fuz3,2 erebeyên BMB, 12 erebeyên leşkerî, 1 obus, 3 erebeyên barkirina cebilxaneyan û erebeyeke SPG3 ketin destê şervanên me.”