Berxwedana Serdemê berxwedana ciwanên hemû ciwanên pêkhateyên Bakurê Sûriyê ye. Lewma, ciwan ji her derê tevlî nava refên berxwedanê dibin û bi îradeyeke mezin şer dikin û axa Efrînê ji dagirkerên artêşa Tirk û çeteyên dûvikê wê diparêzin.
EFRÎN- Meclisa Leşkerî ya Suryanî ku tevlî Berxwedana Serdemê buye, di eniyên pêş ên navçeya Cindirêsê cih digrin û Efrînê mil bi mil bi ciwanên kurd, ereb û tirkmen re diparêzin.
Ciwanê bi navê Babil yê ji bajarê Tirbespiyê yê kantona Qamişlo li herêma Cizîrê diyar kir ku ew li kêlek YPG, YPJ û QSD’ê axa Efrînê diparêzin.
Babil destnîşan kir ku her çiqas çeteyên artêşa Tirk û dûvikên wê balafiran rakin jî, lê ewê nikaribin têkevin axa Efrînê û ewê parastina tevahî gelên herêmê dikin.
Ciwanê suraynî yê bi navê Adem Reqawî destnîşan kir ku ew parastina Efrînê dikin û tevahî ciwanên kurd, ereb, suryan û tirkmen di çeperan de li ber xwe didin û parastina gelê Efrînê dikin.