Berxwedana Ciwanên Serdemê her ku diçe mezintir dibe. Ciwanên ku xwedî li vê berxwedanê derdikevin bi hemû hêza xwe tevlî çeperan dibin û peyama wê didin ku dewleta Tirk nikare wan têk bibe.
EFRÎN- Ciwanên ku bi îradeyeke mezin şer dikin, tevahî derewên çeteyên Tirk û dûvikên wan vala derxistin û derbên giran li artêşa duyemîn a NATO xistin.
Ciwanê bi navê Osman Ehmed bal kişand li ser êrîşên çeteyên Tirk ên li ser sivîlan û got ku ew tevlî şer bûne ji bo parastina nirx û namûs û axa Efrînê.
Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de bang li ciwanên Efrînê kir ku tevlî nava refên berxwedanê bibin û ne sekinin û wiha berdewam kir: Roj roja kurda ye, pêwîste em li hember êrîşan bisekinin.
Ji aliyê xwe ve ciwanê bi navê Diyar Efrîn diyar kir ku wan çek hilgirtine ji bo parastina axa Efrînê û ew tu carî Efrînê ber nadin.
Efrîn destnîşan kir ku çeteyên Tirk û dûvikên wan ji ber ku nikarin sîng bi sîng şer bikin, tenê balafirên xwe radikin û ev nîşaneya têkçûna wan e.
Efrîn axaftina xwe bi gotina Serkeftin her ya me ye qedanad.