Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) girêdayî buyera girtina Endamê Komîteya Dîplomasî yê TEV-DEM’ê birêz Salih Muslim li paytexta Çîk Birag daxuyaniyeke nivîskî da.
NAVENDA NÛÇEYAN:
Daxuyaniya wiha ye:
“Li hemberî têkçûna mezin a Tirkiyeyê û siyasetên wê di Sûriyeyê de yên ji bo têkşikandina îradeya gelan li Bakurê Sûriyeyê û bi taybet êrîşên wê yên derexlaqî li dijî Efrînê û têkçûna wê ya mezin li hemberî berxwedana ku alîkariya xwe ji hemû gelan wergirtiye, vaye Tirkiye di dijberiya gelan de rêbazên nû li dijî îradeya gelan dide meşandin û hemû pîvan û qanûnên navnetewî binpê dike. Dewleta Tirk herî dawî di derheqê Serokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Endamê Komîteya Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) birêz Mihemed Salih Muslim de hişyariya girtinê belav kir. Şevê din li paytexta Çîk Biragê birêz Muslim bi awayekî derqanûnî hate girtin, girêdayî vê yekê ne ji mafê Tirkiyeyê ye kesekî ku ne hemwelatiyê dewleta Tirkiyeyê ye bigire. Birêz Salih Muslim hemwelatiyekî Sûriyeyê ye û di xizmeta giştî pêkhateyên herêmê de têkoşîn û berxwedaneke mezin daye meşandin û di dema êrîşa li dijî Kobanê de û riswakirina alîgirên terorê de li Ewropa bi rola xwe ya dîplomasî rabû. Ji ber vê yekê girtina wî ya niha derqanûnî ye û buyera girtina wî alîkariya dijberiya van xebatên wî dike.
Em weke Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) buyera girtina endamê tevgera me yê dîplomasî şermezar dikin û derqanûnî dibînin. Em piştrast dikin ku buyera li dewleta Çîk pêk hatiye karekî derexlaqî ye û berûvajî nirx û pîvanên navnetewî ne. Ev buyer asta destwerdana endamên istixbarata Tirkiyeyê MÎT di hundirê qada Ewropî de nîşan dide û diyar dike ku Tirkiye rêzdariyê li hemberî serweriya ti dewletan nagire. Her wiha ev buyer destdirêjiyeke eşkere li qanûnên dewleta Çîk e û di encamê de dewleta Çîk li hemberî girtina wî berpirsyar e.
Girtina birêz Salih Mulim di heman dema derketina biryara agirbesta li Sûriyeyê ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî ve, piştrast dike ku Tirkye hewl dide şerê xwe li dijî gelê me berdewam bike û ti pîvan û biryarên navnetewî nas nake. Em bang li rêxistinên sivîl, hiqûqî, kesayet, dewlet û rêxistinên Netewên Yekbûyî dikin ku helwesta xwe li hemberî vê buyerê zelal bikin. Nemaze ev rêbazekî nû yê Tirkiyeyê li dijî gelê me ye. Em li ser navê Tevgera xwe bang li hemû gelê xwe li welat û derveyî welat dikin ku bi erka xwe rabin û bê navber xwepêşandanên şermezarkirina vê buyerê lidar bixin.
Di dawiyê de em piştrast dikin ku em van kiryaran qebûl nakin û em ê bi tevgera xwe ya siyasî û dîplomasî ji bo serbestberdana Salih Muslim bixebitin û em derfetê nadin dewleta Tirk ku siyasetên xwe li dijî gelê me berfireh bike. Em bang li hemû cîhanê dikin ku bi rola xwe rabin û rê li pêşiya van siyasetên Tirkiyeyê yên derqanûnî û derexlaqî bigirin.