Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Duran Kalkan: Efrîn dewama pêvajoya 200 salî ye

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/02/2018 - 19:15
di nav Giştî, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
ParvekeTweet

Kalkan bal kişand ser paşxana dîrokî ya êrîşa li ser Efrînê û got, “Pêvajoyeke ku destpêka sedsala 19’an, sala 1806’an bi dagirkirina Rewandûzê dest pê kir.”

NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya “Ulkeden” a Medya Haberê û bersiv da pirsên rojnamevan Dervîş Eren.

DEWAMA PÊVAJOYA 200 SALÎ

Kalkan destnîşan kir paşxana dîrokî ya êrîşa li ser Efrînê heye û got, “Sparteyên dîrokî yên vê êrîşê xurt in. Li paşxana vê êrîşê, hesabpirsîna dîrokî heye. Pêvajoyeke ku destpêka sedsala 19’an, sala 1806’an bi dagirkirina Rewandûzê dest pê kir. Sefera Rewandûzê ku sîstema dewleta navendî ji bo tinekirina jiyana civakî ya xweser a civaka Kurd dest pê kir, gava destpêkê bû. Êrîşa li ser Efrînê jî xeleka wê ya dawî ye. Rêveberên Osmanî û TC zêdeyî 200 sal in êrîş dikin ji bo hebûn, azadî û civakîbûna Kurdan ji holê rakin.”

‘KURDAN DEST JI BERXWEDANÊ BERNEDAN’

Kalkan diyar kir, serdestiya Tirk dest ji êrîş û komkujiyan bernedan, lê gelê Kurd jî ji bo man û jiyaneke azad ti carî xwe ji berxwedanê venegertin û wiha dewam kir: “Berxwedan veguherî karakterekî jiyanê. Ev karekter îro li Efrînê rabûye ser piyan. Li dijî her şêwe paşverûtiyê di xeta lehengiyê de bi wêrekî û fedakarî rabûye ser piyan. Li dijî êrîşên 200 sal in tên kirin dibêje, ‘ji bilî hebûn û jiyana azad em ê tiştekî din qebûl nekin’. Gelê Kurd vê dibêje. Di şexsê gelê Efrînê de gelên Sûriyeyê vê dibêjin.”

‘ÊRÎŞ LI DIJÎ TEVAHIYA MIROVAHIYÊ YE’

Dûran Kalkan anî ziman, êrîşa bi hewldana dagirkirina Efrînê dest pê kir ne tenê li dijî Efrînê ya jî li dijî Rojava, Sûriyeya Demokratîk û Kurdistanê ye, ev êrîş li dijî mirovahiyê, demokrasî û sedsala 21’ê ye. Kalkan got, “Ji xwe mirovahiyê ev fêhm kir. Her kesî ji nişka ve paşeroja xwe di azadiya Efrînê de dît û li çar aliyên cîhanê destek hate dayin. Li çar aliyên cîhanê meş hene. Hema bêjin mirovahî rabû ser piyan.”

‘PÊWÎSTE ZEXTEKE GIRANTIR LI FAŞÎZMA TIRK WERE KIRIN’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi bîr xist ku ji roja destpêkirina Berxwedana Serdemê ve gelê Kurd û dostên wan ên li Ewropayê çalakiyan li dar dixin û ev berxwedana wan silav kir. Kalkan got, “Kurdên li Ewropayê, hêzên demokratîk û dostên wan hevparê destana Efrînê ne. Divê çalakî hê mezintir û xurtir bibin. Divê bikin ku sîstemên heyî yên dewletan hê bêhtir zextê li faşîzma Tirk bikin. Kî çekan difiroşe Tirkiyeyê divê mirov bi ser wan ve biçin. Pêwîste ji rejîmeke ku zarokên Kurdan dikuje re çek neyê firotin.”

PÊNGAVA GELÊ BAŞÛR

Kalkan anî ziman ku berxwedana Efrînê rê li ber hesta yekîtiya neteweyî vekir û berxwedana gelê Başûrê Kurdistanê jî wiha nirxand: “Gelê Başûr di mijara piştgiriya berxwedana Efrînê de pêngaveke mezin kir. Bû mînaka herî mezin a welatparêzî, yekîtiya neteweyî û berxwedêriyê. Gelê Başûr bi gotina, ‘Divê her kes berê xwe bide Efrînê, her kes ber bi Efrînê ve bimeşe’ tevgeriya. Di rastiya dîrokî ya gelê Başûr de ev helwest derkete holê. Gelê Başûr gelekî berxwedêr e.”

Kalkan bal kişand ser girîngiya xurtkirina vê xwedîderketinê û got, “Gelê Başûr dikare ber bi Efrînê ve bimeşe. Ti astengî li pêşiya vê nîne. Ciwan dikarin ref bi ref bimeşin. Ji ber ku hêza niha êrîşî Efrînê dike, li ser Başûr jî tehdît e. Berxwedana Efrînê berxwedana çar parçeyên Kurdistanê ye. Wezîfeya me hemûyan e ku em vê berxwedanê bi ser bixînin.”

‘DAGIRKER WÊ TÊK BIÇIN’

Dûran Kalkan bi bîr xist ku êrîşa mêtingeriya Tirk nêzî 40 roj in dewam dike û ragihand, vê berxwedana dîrokî heta niha çend planên faşîzma AKP-MHP’ê têk biriye. Kalkan diyar kir, berxwedanê planên du saetan, du rojan, hefteyekê, mehekê yên faşîzma dewleta Tirk xera kiriye û destnîşan kir ku di dawiya dawî de wê gelê Efrînê bi ser bikeve. Kalkan got, “Ji niha ve encam xuya dike. Ronahiya li dawiya tunelê xuya dike; dagirker wê têk biçin û hilweşin. Berxwedêr bi ser ketin û wê serketina wan mezintir bibe. Ev yek bi zelalî tê dîtin.”

‘DIVÊ TÊKOŞÎN NEYÊ SISTKIRIN’

Kalkan anî ziman ku divê li dijî êrîşan timî tedbîr werin girtin, ti carî têkoşîn neyê sistkirin û destnîşan kir ku ev têkoşîn divê hê bi rêxistinî û bi dîsîplîn were kirin.

Dûran Kalkan diyar kir ku divê şer tenê li ser milê şervanên YPG, YPJ, QSD, ya jî tenê li ser milê gelê Efrînê neyê hiştin û got, “Girîng e li çar parçeyên Kurdistanê, li Sûriyeyê, li Rojhilata Navîn, li çar aliyên cîhanê ev têkoşîn bê kirin.”

ŞERT Û MERCÊN JIYANA BI HEV RE

Dûran Kalkan got, “Artêşa Tirk ne tenê Efrînê, her wiha dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike” û hişyarî da ku eger pêşî li vê neyê girtin dibe ku faşîzma TC, Sûriyeyê parçe bike. Kalkan got, “Tayyîp Erdogan got, dikare biçe heta Kerkûkê. Qala bidesxistina rojhilatê Firatê jî kir. Eger Efrînê dagir bike wê Bab, Cerablûs û Îdlibê bike yek û mîna Qibrisê dewletekê ava bike û jê dernekeve. Eger ev yek pêk were wê Sûriye di fermiyetê de parçe bibe û êdî bibe sê parçe. TC bi rêya êrîşan dixwaze Sûriyeyê parçe bike.”

Kalkan işaret bi cihê girîng ê berxwedana Efrînê di avakirina Sûriyeya demokratîk de kir û ji bo Sûriyeya demokratîk bal kişand ser van her du mercên bingehîn:

* Beriya her tiştî we dawî li dagirkeriya TC a li Sûriyeyê were anîn. Wê TC ji Bab û Cerablûs ku bi zorê dagir kir, bê avêtin. Sûriyeyeke bi rengekî din nabe.

* Ya duyemîn, wê demokratîk be. Wê dest ji îdeolojiya dewleta netewe ya şoven berde. Wê hurmetê nîşanî hebûn, azadî, nasname û jiyana demokratîk a gelên Sûriyeyê bide.

Kalkan destnîşan kir ku hebûn û dewama Sûriyeyê bi van her du xusûsan ve girêdayî ye û anî ziman ku berxwedana Efrînê ji bo yekparebûna axa Sûriyeyê gelekî girîng e û divê hêzên rejîmê sînorên Efrînê biparêzin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Her der Efrîne her der Berxwedane

Nivîsa Pêş

HPG’ê 4 gerîlayên li Colemêrgê şehîd bûn bi bîr anî

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
HPG’ê 4 gerîlayên li Colemêrgê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê 4 gerîlayên li Colemêrgê şehîd bûn bi bîr anî

QSD′ê bîlançoya 24 saetên dawî yên  şerê Efrînê ragihand.

QSD: Herî kêm 31 leşkerên Tirk û çete hatine kuştin, 4 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin

Manşet

  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.